Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka wê li hemberî êrîşêm Esed, Hesekê biparêze

21:05 - 21 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Balafirên şer ên Amerîkayê li ser êrîşên xwe bona parastina Hesekê, ji êrîşên esmanî ên balafirên artêşa Beşar Esed berdewam in.

Roja Înê berwarê 19’ê Tebaxê Pêntagonê ragehand ku, balafirên wan ên şer bi merema parastina şervanên “Yekîneyên Parastina Gel” li hemberî êrîşên esmanî en balafirên Beşar Esed, dest avêtine “Firînên Pedafendî”.

Cêf Dîwîs Berdevkê Pêntagonê ragehand ku, ji roja Çarşemî 17’ê tebaxê ve, artêşa rejîma Sûriyê bi awayekî ne adilane êrîşên esmanî û bejayî birin ser binke û barekegên YPG’ê li Hesekê û eva jî ji aliyê me we nahê qebûlkirin.

Her di vê derheqê de Amerîkayê hoşdarî da Rûsiyê yê jî ku xwe ji bombebarana Kurdan biparêze, lê di hember de Mosko yê ragehand ku, êrîşê esmanî bo ser bajarê Hesekê ji aliyê balafirên wan ve nehatine encamdan, belkî ji aliyê balafirê şer ên artêşa Sûriyê ve hatine encamdan.

Fermandeyê artêşa Sûriyê di daxûyaniyekê de roja Înê 19’ê Tebaxê ku ji Televizyona Fermî ya dewletî ve hate belavkirin, Kurdên Kurdistana Rojava bi vê yekê tawanbar kirin ku êrîş birine ser nawendên dewletî û herweha petrola Sûriyê bi talan dibin û xelkê sivîl bi barimte digirin û bi giştî bûne sedema têkçûna ewlehiya derdorê.