Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rexne yan tohmet?

21:13 - 22 Tebax 2016

Kerîm Perwîzî

Di civaka mirovahiyê de, her kiryar û reftareke mirov, dikare cihê pirsyarê û lêborînê û rexneya mirovên din be. Di rastî de, bi vê pêkê ku her gotin û reftara mirov dikare nîşandana riyekê be, bo mirovên din, da ku jê hîn bibin, û peyrewiyê jê bikin, dikare li ser jiyan û bîrkirina wan bibandor be, lewra mafên mirovên din ew e ku pirsyaran ji vê reftarê, yan gotinê bikin û rexne bikin.

Ew bas ku tê nav civakê û di asteke mezintir de, kiryar û lêdwanên girûp û partiyan rola zêdetir di jiyana takên civakê d eheye, û her bi vê pêkê jî, mafê tak û girûp û partiyan ew e ku rexneyan ji vê siyasetê bigrin, û kiryaran hizbên din jî rexne bikin.

Bi vê pêkê jî “rasan” a gelê Kurd li Kurdistana Rojhilat di gotar û dîskorsa PDKÎ de cihekî taybetî heye, û siyaseta vê partiyê ew e ku hemû partiyên Rojhilata Kurdistanê di vê diyardeya nû de, ku xwe bi navê “rasan” pênase dike, cihê wan bibe, û rola xwe tê de bilîzin.

Lewra mafê hemû takên Kurdistanê û hemû girûp û partiyên Kurdistana Rojhilat û heya hemû tak û girûpên di nava Îranê de, û hemû partiyên siyasî di hemû beşên Kurdistanê de ye, ku pirsyara wan li “rasan” a PDKÎ hebe, û siyaset û kiryarên PDKÎ rexne bikin.

Jibe rku vê siyaset û kiryarê ew qas bandora xwe li ser jiyan û siyasetê di Îran û Kuyrdistanê û hemû beşên din ên Kurdistanê de heye, û heya vê astê cihê vê diyar e ku rejîma Îranê piştî çend dehikan çewtekariyan li jêr navê serxwebûn di polênbeniyên cîhanî de, niha bûye koloniya Moskoyê û binkeyeke leşkerî dide Rûsiyê, di Hemedana tenişt Kurdistanê de.

Mixabin ku di herêma di navçeya Rojhilata Navîn de, sînorê rexneyan û tohmetan gellek caran tevlî hev dikin, û bi fêleke sade, ku hemû kes jê tê digihîjin, li jêr navê rê dana bi azadiya bîrkirinê û rexnegirtinê, boxtanan li siyaset û kiryareke siyasî dikin, ku mixabintir ew e ku, gellek caran çavkaniya wan boxtanan, dijminên gel û deshilatên serberedayî ên zal bûn, û hene, û gellek nezanane ji aliyê hinek kesan ve tê ducarîkirin, û renge xwe gellek jîrtir ji vê bizanin, ku li pey çewtekariyan bikevin.
.