Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çekên Îranê di destê DAÎŞ’ê de ne

21:41 - 22 Tebax 2016

Kudistanmedia: Çekên ku di çolistana “Sîna”yê de, di destên DAÎŞ’ê de ne, çekên Îranî ne.

Li gora nûçegihaniyan, çolistana Sîna pirr e ji çekên curbicur, û topxaneyên 5,14, û 23 mm, tê de hene. Herwisa mûşekên “Girad” û xompareyên “RPG” û çekên “AM 50 SIYAD” ên Îranî tê de hene.

Serheng Adil El’emde, şêvirmendê akademiya bilind ya leşkerî li derbarê gihîştina çekên rejîma Îranê, bi milîşên DAÎŞ’ê di Sînayê de, bi nûçegihaniya “El-şerq el-ewset” ragehand ku: “Ew çek û teqemenî ji aliyê girûpên tundrew ên li Sûdanê ve, gihîştin Lîbiyê, û ji Lîbiyê re jî bo Sînayê hatin şandin”.

Navbirî îşare bi vê yekê jî kir, ku her ew çekên ku di çolistana Sînayê de ketine destên DAÎŞ’ê de, li Îraqê û Yemenê de jî, di destên wan girûpên girêdayî bi Îranê de ye.

Serbarê vê ku rejîma Îranê wisa nîşan dide, ku li dijî DAÎŞ’ê ye, lê hionek ji çavdêrên siyasî li ser vê baweriyê ne, DAÎŞ berjewendiyên Îran û Sûriyê diparêze, û sala borî sekreterê giştî PDKÎ jî ragehand ku hekî Îranê dest di avakirina DAÎŞ’ê de tunebe jî, lê bandora wê li ser serkirdeyên DAÎŞ’ê heye, û eva rejîma Îranê bû ku berê DAÎŞ’ê da aliyê Herêma Kurdistanê, da ku Hıkûmeta Herêma Kurdistanê ji nav bibe.