Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Felahiyan: Xomêynî got ku guh nedin qezaweta dîrokê

21:49 - 22 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Wezîrê pêşîn ê Îtila’atê Elî Felahiyan ragehand: “Boçûna hemû aliman, û boçûna Xomeynî jî ew e ku kesên ku li dijî hikûmeta Îslamî karê çekdarî bikin, hukmê wan îdam e, û tu gumanek, we tê de tune be”.

Navbirî derheq fayla dengî ya Muntezirî jî ragehand ku: “Ez jî heyrî mam, jiber ku Xomeynî û Montezirî li ser vê meselê tu kêşe û nakokiyek digel hevdu tunebûn”.

Elî Felahiyan Wezîrê pêşîn ê Îtila’atê, zêde kir: “Xomeynî li ser vê baweriyê bû, ku ew dibe hukmê xwedê cîbicî bikin, û guh nedin qezaweta dîrokê. Jiber ku kesên ku li dijî me bin, wê li dijî me binivîsin, û ên ku xwedî însaf jî bin, wê rastiyan binivîsin”.

Hêjayî basê ye ku di dehka 60’î ya Rojî de bi hezaran girtiyên siyasî, hatin îdamkirin, ku gellek ji wan bêy dadgehîkirin û lêpirsîn, dihatin îdamkirin, jiber ku tenê gumana endametiya di partiyeke siyasî de li ser wan hebû.

Wê demê Xomêynî dijberên nizamê wekî dijberê Xwedê bi nav dikirin, û rehm bi tu kesî nedikir, û li ser vê baweriyê bû ku bi wan îdaman wê bikare welat ji dijberan pak bike, lê bi derbazbûna demê, nîşan da, ku îdama girtiyên siyasî rê çare nîne, û niha jî, ji her demê zêdetir hesta azadîxwaziyê û dijberiya digel vêrejîmê bihêz e.