Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ne em wek Karayilan Turkiyê nas dikin, û ne jî Karayilan wek me Îranê!

15:05 - 23 Tebax 2016

Mecîd Heqî

Çend meh berî niha Murad Karayilan endamê Konseya Serokatiya Partiya Karkerên Kurdistanê PKK di hevpeyvînekê de, li bersiva pirsekê derbarê awayê xebata wan li Bakurê Kurdistanê û Turkiyê got: «Em li Turkiyê mezin bûne, em ligel sîstema perwerdeya Turkiyê elimîne, dîrok, ziman, siyaset û liv û tevgerên xwe me li wir xwendine…. Kes weke me dewleta Turkiyê nas nake û mîna me ne şareza ye ku çawa ligel dewleta Turkiyê tevgerê bike, û dijberiyê bike. »

Di şevên borî de birêz Murad Karayilan di hevpeyvînekê de ligel Televizyona Newroz de, derbarê xebata Rojhilata Kurdistanê û awayê xebata wê beşa Kurdistanê dibêje: «Nabe xebata çekdarî li dijî Komara Îslamî bê kirin, belkî hewce ye xebata sivîl were pêşxistin, ji ber ku ger tu xebata çekdarî li dijî Komara Îslamî ya Îranê bimeşînî, ev yek dikeve xizmeta Turkiye û Erebistana Seûdî. »

Bi awayekî lojîkî di bersivên Karayilan de gellek bi zelalî û eşkere, navborî xwe û PKK beşek ji « Hîlala Şîe » dizane, û gotinên wan dubarekirina heman wan tometan e ku Komara Îslamî ya Îranê ji zimanê karbidestên siyasî û leşkeriyên xwe yên bilind bas kiriye, û beşek ji opozîsyona nasiyonalîst a Îranê jî heman tişt dicûn. Lê ger bi kurtî be jî bicî dibe ku em bîra Karayîlan bînin : «Em bi sedan sal in ligel dewleta navendî ya Îranê xebatê dikin, di çarçoveya sîstema perwerdeya wî welatî de hatine perwerdekirin, me ligel wan riftar kiriye û tevgerên me hebûne, em zimanê wan dizanin, qanûnên wan dinasin, em nasyar in bi sîstema «Welayeta Mutleq a Feqîh» û em şareza ne li ser kultur û sîstema bîrkirina Îraniyan.

Lewma em baştir ji te dizanin çawa xebatê bikin û çi rêyekê bo xebata xwe hilbijêrin. Me gellek beriya te dest bi xebatê kiriye, û me ezmûna rizgarkirina bajar û gundên Kurdistanê heye. Em evqas berpirsyarane tevgeriyane ku di dema pêwîst de bona ku xelkê sivîl û bê tawan nebe qurbaniyên êrîşên rejîma Paşayetî û Komara îslamî, Serokkomarê me Pêşewa Qazî Mihemed xwe kiriye goriyê gelê xwe, û li pêşberî mirinê de « kesekî herî tirsinok » nebûye. Pêşmergeyên me di dema hêrişa Komara Îslamî bo ser gund û bajarên Kurdistnê bona parastina xelkê Kurdistanê, paşde vedikişiyan li wan ciyan, û gund û bajar nekirin goriyên siyasetên xwe.»

Dema partiyek bû bi «medah» û parêzerê berjewendiyên dewleteke dagîrker, îdeolojiya wê bû bi sedema xesardana hêz û karîna netewî, her dema egera vê yekê heye bi navê berjewendiyên beşekê, berjewendiyên netewî û mirovên neteweya xwe bixe metirsiyê.

Rojhilata Kurdistanê ligel hemû pirsgirêkan û kêmasiyên xwe derbarê bizava siyasî û rêberiya siyasî ya xwe, di asteke evaqs bilind a rewşenbîrî, kultûrî û exlaqî de heye, ku baş bizanibe çawa xebatê bike, û bê dirûşmdan û bêy vê yekê ku dest bi demargurjiyê bike, xebateke îdealîstane û serbixweyane û tenê di çarçoveya berjewendî û qazancên netewî de bi rê ve bibe.

Eger partiyên Rojhilat û bi taybet PDKÎ bi radeya 1 ji sedî ya Partiya Karayîlan, xweşxizmetî bo dewleta Turkiyê û «projeya Erebistana Seûdî» bikirana, niha xwedî çendîn kanalên televizyonî û ragehandinên mezin dibû, û şev û roj siyaseta xapandin û çewaşekariyê belav dikirin. Cudahiya me eva ye ku em hevpeymanê lîstikên dîktator û şerxwazên herêmê nînin.