Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêşe di Tehranê de ye, ne li ser sînor

15:07 - 23 Tebax 2016

Kerîm Perwîzî

Rejîma faşîstî-Îslamî a Tehranê, ku berdewam û hertim siyaseta çewtekariyan û serkutê, ji bingehên darêtina vê pêkhateya dijî mirovî bûn, wisa nîşan dide, ku tu kêşeyek di Îranê de tuneye, û ya heyî, ji riya sînoran ve, û bi destê bîhaniyan, û dezgehên ajanê yên welatên din ve bo Îranê tê şandin, û hekî sînoran tund bikin, û digel welatên derdorê li hev kirin, bo parastina sînoran, êdî tu tiştek namîne.

Ew siyaseta biyom ya Komara Îslamî ya Îranê, çend armancên qirêj dipêke, ku pêk tên ji:

Yekem: Wisa nîşan bide ku Komara Îslamî digel xelkê Îranê û neteweyên belengaz tu kêşeyek tuneye, û ew bi dilxweşiyeke bêqas di hemberî rejîmê de, jiyana xwe derbaz dikin, û rejîm rehmê bi wan dike. Bi vî awayî wisa nîşan dide, ku hekî di nava xelkê de kesanek hebin, ku nerazîbûneke wan jî hebe, her bêdeng in, û peyrewiyê ji rejîmê dikin.

Eva di demekê de ye, ku hemû neteweyên belengaz ên Îranê, û beşeke zêde ji neteweya Fars jî, ku xwazyarê azadiyê ne, rejîma Îranê bi rejîmeke nerewa dihesibînin, û ji her derfetekê bo nîşandana nerazîbûna xwe di hemberî rejîmê de mifahê werdigrin. Neteweyên Îranê û bi taybetî neteweya Kurd, rejîma Tehranê wekî rejîmeke faşîstî ya serkutkar nas dikin, ku bi peyrewîkirina ji xeta tundajoyiya Îslamî, ji cureya DAÎŞ a Wilayeta Feqîhî, bi hezaran kesî ji nav birine.

Duyem: Dixwaze bi çewtekariyan û xapandina bîrûraya giştî, û balkêşana wan bo aliyê derveyî sînoran, bêjne welatên derdorê, ku hûn çavkaniya kêşeyan in di Îranê de, û ew dibe ku erka parastina sînoran bigrin stûyê xwe.

Bi vî rengî bo mînak di pirsa Kurd de, bixwaze ku berpirsyariyan li ser milê xwe hilîne, û Kurdistana Rojhilat û Herêma Kurdistanê berde canê hevdu, û kêşeyek ku rejîma Îranê çavkaniya wê ye, bike kêşeya navmala Kurd, di du beşên curbicur ên Kurdistanê de.

Di demekê de ku Kurd û Kurdistan baş dizanin ku Komara Îslamî ya Îranê ye, ku hemû maf û azadiyên xelkê binpê kiriye, û bihêzbûna xebata Kurd di Kurdistana Rojhilat de, bihêzbûna Kurdistana Başûr jî li pey xwe tîne.

Sêyem: Hewl dide ku rûçikê faşîstî ê xwe di bin navê şerê li dijî têkderên aramiyê de veşêre, û wisa nîşan bide ku girûpeke destçêkirî ê biyanî, dixwaze ku aramiya xelkê têk bide.

Di demekê de ku vê rejîmê herçend ku biyaveke tundajo ya Îslamî heye, lê di heman demê de, biyaveke şovînîstî –faşîstî heye, ku her cure serkutkariyekê derheq netewe û girûpên curbicur bi rê ve dibe, û dixwaze ku hemû civakê bi derba potîn û sernîze û girtinê, yekreng û yekdest bike, û her her neteweyek ku dengê nerazîbûnê bilind bike, yan di hemberî êrîşên rejîmê de dest bide çekê bona bergiriya ji xwe, yan jî bi vî awayî bi destçêkiriyê biyaniyan bide naskirin. Di demekê de ku ew kesane, xortên serhildêr ê gel in, û bi çewtekariyên rejîmê pêngavên wan sist nabin.

Çarem: Rejîma Îslamî ya Tehranê, ku bi xwe girêdayî bi biyaniyan e, û di pêxema mana xwe de, hemû çûr û îmtiyazekê dide Rojava û Rojhilat û Rûsiyê, û Çîn û heya Borkînafaso jî, bi baskirina ji pirsa neteweyan, bi navê kêşeya sînoran dixwaze ku wisa nîşan bide, ku ew xebata neteweyan, û bi taybetî neteweya Kured , xebateke nerewa ya girêdayî bi biyaniyan e.

Eva di demekê de ye ku xebata hemû neteweyan di Îranê de, û xebata azadîxwazên nav neteweya Fars jî, xebateke hilkeliyê nav civatên xelkê de ye, û hekî ew xebatkarande dinmava welatên derve û di nava kom û komeleyên mirovdostane û nawendên navneteweyî de li pey piştevaniyê bigerin, eva ne tenê karekî nedirust encamp nedane, belkû erkeke mirovî ya tevalî ye, ku di asta cîhanî û herêmî de, alîkariya xelkê Îranê û neteweyên Îranê bidin, da ku rejîma Komara Îslamî ji nav bibin, rejîmek ku çavkaniya terror û têkderiyê û destdirêjiyê ye, li ser maf û xak û sênorê hemû gelên herêmê.

Bi vî awayî û di dawuyê de, dibe em pêdagiriyê bikin, ku berevajiyê propagende û hewlên Komara Îslamî, kêşe û pirsa neteweyan di Îranê de, ne tenê pirsa sînoran û tiştekî hînayî bo navxwe (hawirdekiraw, waridatî) nîne, û çavkaniya kêşeyan li derveyî sînoran nîne, belkû kêşe rast di Tehranê de ye, û ji beyta rêberiya rejîmê ve dest pê dike.