Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiye êrîşî Rojavaya Kurdistanê dike

17:18 - 23 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Arteşa Tirkiyê 20 caran binkeyên hêzên Kurdî di Bakura Sûriyê de, topbaran kir.

Li gora nûçegihaniyan, berpirsyarekî dewleta Tirkiyê jî ew yek piştrast kir, û ragehand ku Tirkiyê binkeyên Kurdan di Minbicê de daye ber topan, û ew yek jî zêde kir, ku ew dixwazin riyekê vekin bona êrîşa li dijî Rojavaya Kurdistanê.

Herwisa Tirkiye dixwaze ku bi anîna Arteşa Azad ya Sûriyê bo Cerablosê, hêviyên Kurdan bona berfirehkirina herêmên jêr deshilata xwe kêmreng bike.

Enqere bi rizgarkirina Minbicê ji destê DAÎŞ’ê ji aliyê HSD’ê ve pirr nîgeran e, û naxwaze ku YPG di vî bajarî de bimîne.

Ji aliyekî din ve YPG’ê ragehand ku wan 230 leşkerên rejîma Sûriyê bi dîl girtine, û parêzgarê Hesekê jî, ku ser bi rejîma Sûriyê ye, ew yek piştrast kir, lê bas ji hejmara dîlan nekir.

Her di encama şerê Hesekê de, zanîngeha Forat û girtîgeha rejîma Sûriyê ketin destên YPG’ê de.

Ji aliyekî din ve, fermandarê giştî ê encumena leşkerî ya Cerablosê jî hate kuştin, ku gumana vê heye ku destê Tirkiyê di kuştina navbirî de hebe.





.