Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di terora balyozê Erebistanê li Îraqê serkevtî nebû

17:23 - 23 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Malpera El-Erebiye di raporekî de, eşkere kir ku, rejîma Îslamî ya Îranê, ji rêya girûpa “Murtêza El-Lamîn” hewla terora Balyozê Erebistanê “Samir El-Sebhan” li Bexdayê daye.

Rapor vê yekê eşkere dike ku fermana kuştina balyozê Erebistanê ji aliyê “Ebo Mêhdî El-Mohendês” a ser bi girûpa terorîztî ya “Esa’êb” hatiye dayîn ku di bin fermana Sipaha terorîst ya Quds a rejîmê de ne.

Terorîstên ser bi rejîma Îranê di vê derheqê de hişdarî dabûn ku gerek heya dawiya heyva Remezan a 1437’an a Heyvî, “Samir El-Sebhan” ê balyozê Erebistanê axa Îraqê bi cih bihêle.

“Samir El-Sebhan” di vê derheqê de ragehand ku, “Serbarê gefxwarên terorîstan, di pêxema piştevaniya ji gelên Îraqê, emê li ser kar û berpirsyariyên xwe berdewam bin, û heya emê zêdetir jî bikin.

“Samir El-Sebhan” herweha zêde kir ku balyozxaneya wan ewlehiya xwe bi tewahî parastiye û li hemberî parastina balyozxaneya Erebistanê hişdarî daye Îraqê.