Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mesûd Barzanî li ser daxwaza Erdoxan serdana Enqerê dike

17:26 - 23 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser daxwaza fermî ya Receb Teyîb Erdoxan ê serkomarê Turkiyê, bo Enqerê hatiye gazîkirin, û weke hatiye eşkerekirin, di vê seferê de Barzanî wê digel çend karbidestên Turkiyê bicive.

Di vê derheqê de roja Duşemî 22’ê tebaxê “Kîfah Mehmûd”, şêvîrmendê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rêya “Bas News” ve ragehand ku, “Di vê serdanê de ku roja 23’ê Tebaxê tê encamdan qirar e ku, serbarê gengeşeya mijara têkiliyên di navbera Turkiye û Herêma Kurdistanê de, bas ji şerê li dijî terorê li Kurdistan û Turkiyê de, bê kirin.

Eva di demekî de ye ku Serokê Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî bo Tehrana serbajarê rejîma Îslamî ya Îranê jî, hatiye gazîkirin, lê hêj berwarê serdana navbirî bo Tehranê nehatiye diyarîkirin.

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Enqerê di demekî de ye ku, careke din piştî heyamekî zêde ji bidawîanîna piroseya aştiyê û derketina şer û pevçûnan di navbera Turkiye û PKK, bas ji jinvûe destpêkirina piroseya Aşîtiyê di navbera Kurd û deshilata Turkiyê de tê kirin.