Kurdistanmedia: Heyeteke PDKÎ digel nûnerê PYD’ê li bajarê Silêmaniyê civiya.
Roja Duşemiyê 23’ê Tebaxê, şandeke Pêwendiyan ya PDKÎ li bajarê Silêmaniyê bi serperestiya “Tahir Mehmûdî” nûnerê ofîsa “Pêwendiyan” a PDKÎ li bajarê Silêmaniyê serdana nûnertiya PYD’ê kir, û ji aliyê Xerîb Heso ve hate pêşwazîkirin.
Di vê hevdîtinê de nûnerê PDKÎ destpêkê bas ji rewşa nû ya Sûriyê û bi taybetî Hesekê kir, û li ser tevdanîkariyên Îranê di herêmê de, û dijberiya wê digel Kurdan qise kir, û pêşniyara PDKÎ derheq hewldan bo bihêzkirina yekîtiya di navbera xwe de bi wan ragehand û bas ji pêşketinên di Rojavaya Kurdistanê de kir.
Piştre Xerîb Heso tevî ragehandina kêfxweşiya xwe ji serdana heyeta PDKÎ, bas ji vê kir: “Xelkê Rojava bi başî digel xebata PDKÎ nasyar e, û yekdengiya Kurd bi hewce zanî”.
Derheq bi rola têkderane ya rejîma Îranê, û alîkariya di navbera rejîma Îranê û Sûriyê, nûnerê PYD got, Îran her ji destpêkê ve roleke gellek xirap hebûye li Sûriyê de, û eva ku DAÎŞ’ê kar bi Komara Îslamî nîne, û bi çek û teqemeniyên Sûriyê jî, li Kurdan xistiye, vê rastiyê nîşan dide, ku Îran û Sûriye çiqas li dijî Kurdan in.
Herwisa di vê serdanê de, rewşa niha ya Kurd hate şirovekirin, û nûnerê PYD’ê rêz û hurmeta xwe derheq destxweşiya PDKÎ ji axivtinên vê dawiyê ên Salih Muslim ragehand.

Heyeteke PDKÎ digel PYD’ê civiya
Heyeteke PDKÎ digel PYD’ê civiya