Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî PDKÎ yê serdemê Komara Kurdistanaê koça dawiyê kir

21:01 - 25 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Kerîm Nasirî naskirî bi “Kerîmî Ewla Nasir” pêşmergeyê serdemê Komara Kurdistanê, li bajarê Bokanê çû ser dilovaniya xwe.

Ligorî rapora gehiştî destê Kurdistanmedia yê, endamekî dêrîn yê PDKÎ ku pêşmergeyê serdemê Komara Kurdistanê bûye, li bajarê Bokanê çû ser dilovaniya xwe.

Kerîm Nasirî ku pêşmergeyê serdemê Komara Kurdistanê bûye, yek ji yekemîn endamê Yekititya Lawên Demokrata Kurdistana Îranê bûye.

Navbirî piştî herifandina Komara Kuredistanê jî, liser xebat û tekoşîna xwe di pêxema gelê xwe de berdewam bû, lewr di refên endamên PDKÎ de dimîne û yek ji endamên bi bandor di şaneyên nepenî ên PDKÎ di serdemê rejîma Pehlewî de bû.

Kak Kerîm heya sala 1362’an bi fermî endam PDKÎ bû û di heman salî de ji aliyê rejîma Îslamî tê destbiserkirin û heyamek dûr û dirêj di girtîgeha bajarê Urmiyê de tê zîndanîkirin.

Navbirî piştî ku ji girtîgehê serbest tê berdan, li derdora bajarê Bokan û Mihabadê weke kesatiyek xweşnav dimîne û heya dawiya jiyana xwe bi rêbaz Pêşewa Qazî Mihemed û PDKÎ wefadar ma.

Di vê derheqê de PDKÎ pişrse û sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarên Kerîm Nasirî, û xwe di xem û kovana jidestdana “Mam Kerîm” de pişikdar dizane.