Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li şeqama hunerî ya Amedê, karekî hunerî hate nîşan dan

22:05 - 30 Tebax 2016

Kurdistanmedia: pêşangeha bi navê kîjan kolan, kîjan huner ji aliyê peykersaz Seywan Se’îdiyan ve hate nîşandan.

Mamosta Seyvan Se’îdiyan ku bi salan e di Amedê dijî, hunera xwe di vî bajarî de nîşan dide. Mamosta Seyvan Se’îdiyan
bi hesinên ku nahê bikaranîn, peykerên cuda çê dike, û wan peykeran di pêşangehên hunerî de pêşkêşî welatiyan dike, pêşangeh kolana hunerî rexne dike.

Li gora gotina Mamosta Seyvan Se’îdiyan, navê vê kolana Amedê kolana hunerî ye, lê mixabin bêhna hunerê jê nahê.

Mamosta Seyvan Se’îdiyan di vê derheqê de ragehand: “Ew kolana bajarê Amedê ji aliyê şaredariya Amedê ve wekî kolana hunerê bi navûdeng e, û 20 sal e ew nav li ser heye, lê tu şûnwareke hunerî tê de xûya nake”.

Xelkê ku ew pêşangeh dîtin, gotin ku Mamosta Seyvan Se’îdiyan erk û wezîfeya xwe bi başî bi cih gehandiye, û pêşangeheke balkêş pêk aniye, ku bas ji medeniyetê dike. Piraniya wan matmayî man, û nedizanîn ku ji hesinên bêmifah dikarî peykerên balkêş çê bikî.