Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bexda li dijî serxwebûna Kurdistanê nîne

17:07 - 2 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Piştî vê ku şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir, hate ragehandin êdî Bexda jî li dijî serxwebûna Kurdistana Başûr nîne.

Li gora nûçegihaniyan, Hewlêr û Bexad li ser vê li hev kirin ku ji niha şûnda ewê du komîteyan pêk bînin, ku wê li ser hemû aliyên vê mijara girîng û çarenûssaz bi hev re gengeşê bikin.

Her di vê derheqê de serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragehand ku: “Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî bi Îbadî ragehand ku kêşe di navbera me de hene, û ew kêşe jî çareser nabin, û tenê rê serxwebûna Kurdistanê ye, û ew yek mafê me yê rewa ye, û Bexdayê jî dijayetiya vê yekê nekiriye, her çend hinek partiyên siyasî hebûn ku serxwebûna Kurdistanê, wekî derfetekê bo pêkanîna ne aramiyan dane zanîn”.

Serokê Herêma Kurdistanê di vê derheqê de berdewam radigehîne ku serxwebûn mafê Kurdan e, û tenê rê bona nehêştina kêşe û nakokiyan jî ew e ku Bexda û Herêma Kurdistanêwekî du cîranên baş bi hev re kar bikin.