Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

5 hevwelatiyên Mesîhî ên girtî bê serûşûn in

17:10 - 2 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Serbarê derbazbûna hefteyekê bi ser destbiserkirina 5 hevwelatiyên Mesîhî ên girtî di Fîrozkûhê de, tu zanyariyek li ser cihê veşartina wan tune ye.

Li gora nûçegihaniya HRANA, malbataên wan jî ragehandine ku me zanyarî li ser cihê wan tuneye, herçend bi wan hatiye ragehandin ku ew girtî di girtîgeha Êvînê de ne. Lê piştre berpirsyarên girtîgehan, hebûna navên wan di girtîgehan de ret dikin.

Roja Înê 5’ê Xermananê, 5 hevwelatiyên Mesîhî bi navên, Ramnîl Bit Temerz, Emîn Nadir Efşar, Hadî Eskerî, Mihemed Dêhnewerdî, û Emîr Sîna Deştî, digel hevjînên xwe çûne Fîrozkûhê li parêzgeha Tehranê de, lê li wir karbidestên Wezareta Îtila’atê êrîşî ser wan kirin, û mêr û jin ji hevdu veqetandin, û hevwelatiyê bi navê Nadir Efşar kete ber lêdana wan. Hêjayî basê ye ku Ramnîl kurê rêberê pêşîn ê kilîsaya Aşûrî ye, ku pêştir jî hatibû destbiserkirin.

Malbatên wan girtiyan ragehandin ku em heya dîtina zarokên xwe bê deng nabin, û emê serdana her cihekî bikin.

Di bin deshilatdariya rejîma Îranê de, berdewam mafê mirovan tê binpêkirin, û gellek caran bi vî awayî bi bê dadgehîkirin û selimandina tohmeta kesekî, tê girtin û bo cihên nediyar têne veguhastin.