Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiye şûreyeke bilind di navbera Rojava û Bakura Kurdistanê de ava dike

21:18 - 3 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Tirkiye şûreyeke bilind di navbera Bakura Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê de ava dike, û xelkê Kobanê jî li dijî vî kiryara Tirkiyê meşeke nerazîbûnê li dar xistin.

Li gora nûçegihaniyan, di encama vê meşa nerazîbûnê ya hevwlatiyên Kobanê de, şer û pevçûn derket, û hêzên Tirkiyê piştre hevwelatî dane ber gulleyan, û gellek kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Hikûmeta Tirkiyê eva çar roj in, ku şûreyekê bi bilindhiya çar metroyan û bi dirêjahiya sînorê bajarên Kobanê li Rojava û Ruhayê li Bakura Kurdistanê çê dike, û rêûşûnên tund ên ewlehiyê girtine pêş.

Çavkaniyekê ji nexweşxaneya Kobanê ragehand ku, bi sedema teqeya hêzên Tirkiyê, ciwanekî temen 17 salî bi navê Bozan, û hevwelatiyek din jî bi navê Ehmed Cum’ie hatin kuştin, û zêdetir ji 90 meşvanên din jî, bi fîşekan û bi keviran birîndar bûne, ku birîna sê ji wan giran e.

Tirkiyê ragehandiye ku ew bona ewlehiya welatê xwe vê şûreya bilind û dirêj çê dikin, lê Kurd li dijî danîna vê şûreya bilind in, û vê kiryara Tirkiyê wekî doma siyaseta serkuta û perçe perçekirina Kurdan dihesibînin.