Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qasimî: Pırojeya bercamê rejîm pûç kir

21:30 - 3 Îlon 2016

Kurdistanmedia: “Se`îd Qasimî” yek ji fermanderên Spaha Pasdaranê a rejîma Îranê dibeje ku: Bercam yan jî hemen lihevhatina Navikî yek wan terhane ku mezinahiya hikûmeta Îslamî ya Îranê tîne xwrê.

Li gorî raporên belavbûyî, roja Pênçêemiyê 1`ê Îlona 2016`an, “Se`îd Qasimî” berpirsê Îtla`ata hêza 27 a Mihemedresûllah ye, ku di gotobêja xwe ya di bajarê Yezdê ya derheqê lihevhatina Navikî de gotiye ku; “Wezîrê Avedanyê di destpêka karê xwe de serdana her cihekî dikir digot ku terha “Meskenê Mêhr” yek ji wan terhên poçên di warê avedanyê bûye di heyama hikûmeta Îslamî a Îranê de, lê belê em îlandikin ku ji terha meskena Mêhr pûçtir, peymana lihevhatina Navkî yan jî hemen bercam e di heyama 37 salên hikûmetkirina rejîma Îslamî a Îranê de.

Navbirî dide zanîn ku: Her di destpêka Bercamê de gotinên rêberê me Xaminî berçav nehatine girtin û destkevitên wê jî çîmenton kirina destkevtiên Navikî bûne û herwiha rêdan bi Dojimin û sîxoran bûye, herçavan hûn îro dibînên ku hemû hefteyan girûpên terrorîstî yan jî sîxor di herêmên cur bi cur yên welat de tên binçavkirin.