Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di lîstka navbera Îran û Qeterê de, siloganên nijadperestî li dijî Ereban hatin qîrandin

21:05 - 4 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Di lîstka topa pê ya li navbera Îran û Qeterê de, hejmarek berbiçav ji temaşevanên fars li stadyomê de, siloganên nîjadperestî li dijî neteweya Ereb qîrandin.

Li gorî raporên belavbûyî, roja Pênçşemî, 1’ê Îlona 2016’an, lîstika futbolê li navbera Îranê û Qeterê di Stadyoma Azadî a Terhanê de birêve çû, û hejmarek berbiçav ji temaşevanên fars li stadyomê de, siloganên nijadperestane li dijî neteweya Ereb avêtin.

Navenda dijî nijaperestî di Îranê de, daxuyanyek derheq kultora rasîsm û nijadperestiyê li Îranê de weşand û dide zanîn ku kî/ê li hember de berpirsiyar e?

Vê navendê serbarê şermezarkirina van siloganên nejadperestane li dijî ereban û herweha jinan, dawxaza helwest girtin û reaksiyonê ji kesatî, medyayan û herweha hêzên demokrat û dijberê nejadperestiyê kir.

Eva yekem car nine ku temaşavanên neteweya serdest (fars) li Îranê de siloganên wiha bêrêz û rasîstane li dijî jinan û neteweyên din biqêrînin û li derbasbûyî de jî, em şahidê bizavên weha li dijî hemwelatiyên ereb, azarî û kurd û neteweyên din bûne û desthilatdarên Îranê li cihê berbirûbûna bi van bizavan re, hewla xurtkirina vê kultora rasîstane û çandina tovê netifaqî û dujminatiya li navbera neteweyan didin.