Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer li cadeyên Îranê de;180 mirî û 2 hezar birîndar li 10 rojan de

21:10 - 4 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Hejmara kuştî û birîndarên bûyerên tirafîkê li Îranê de dişibe amara welatên şerlêdayî. Wate tenê li van 10 rojên borî de, 180 kesan di bûyerên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar kes jî birîndar bûne.

Li gorî gotina rayedarên Îranê bi xwe jî, bûyerên trafîkê li Îranê de sê qat zêdetir ji bûyerên hevşêwe li welatên li halê geşekirinê de ne.
Li Îranê ji her 10 hezar tirombêlan, 37 kes dibin gorî. Eva li demekê de ye ku amara hevşêwe li cîhanê de, ji her 10 hezar tirombêlan, 9 kes dibin gorî.

Bûyerên hatin û çûyînê li Îranê de piştî nesaxiyên Dil û Penceşêrê, sêyem sedema mirinê ye.

Li gor rapora rêxistina saxlemiya cîhanî, Îran li dor hejmara goriyên bûyerên trafîkê, pileya duyem piştî Rûsiyayê li cîhanê de heye.

Li gorî karnasên vî warî, cadeyên ne standard, tirombêlên kêm kuwalîte ên berhema navxweyî Îranê, xemsariya ajotvanan û bûyerên suruştî ji sedemên herî bingehîn ên bûyerên trafîkê ne.

Cadeyên Îranê li dor hejmara goriyan, bi riyên herî metirsîdar ên dunyayê tên nasîn û li gor rêxistina lêkolînên bîmeya nawendî, cadeyên Îranê li warê xirabiyê di nava 190 welatên dunyayê de, pileya 189’an heye.