Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bûk û zawayekê bi alîkariya malî ya xwe, destek dan rabûna nû ya Rojhilatê

21:27 - 5 Îlon 2016

Kurdistan media: Li kiryarek kêmwêne da, bûk û zawayekê li welatê Swîs’ê di şahiya xwe de, alîkariya malî pêşkeş bi rabûna nû ya Rojhilata Kurdistanê kirin.

Ew şahî ku roja şemî, 3’ê Îlona 2016’an bi beşdariya hunermendê kurd ‘’Nasir Rezazî’’ û sedan kes ji xizm û hevalên van birêve çû, li jêr navê ‘’sozek bo nîştiman’’de, alîkariya malî ji aliyê bûk û zawa û herweha beşdarên şahiyê ve pêşkeşî rabûna nû Rojhilata Kurdistanê hat kirin.

Kamran Resûlî, berpirsê komîteya Swîs ya PDKÎ, tevî pîrozbahî û sipasiya ji bûk û zawa, hêvî xwast ku bizavên weha berdewam bin.

Hunermend Nasir Rezazî jî tevî bilind nirxandina vê helwestê û sipaskirina ji bûk û zawa, daxwaz ji hemû kurdên diyasporayê kir ku beşdarî van hereketan de bikin û hêvî xwast ku bibe bi kultorek cîketî li nav rewenda kurd de.