Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piraktîzekirina îradeya şoreşvanî

15:37 - 6 Îlon 2016

Kerîm Perwîzî

Stûna bingehîn a her xebat û tevgerekê, bûna rêberiya şoreş û xebatê ye ku weke serê tevgerê, dest û pê,cism,ziman, guh û hemû beşên tevgerê rêk dixe û havaheng ji bo meqsed û cihê hêviyan rênimayî û rêberî dike.

Nebûna rêberekî şoreşvan û jêhatî ku li dema xwe de hemû beşan birêxistin bike û bi îradeyek handerane ve, tevgerê ji bo qonaxên li dû hev rêberî bike, tevgerê lawaz û hevrîşê şikest û hiloşînê dike. Ger rêberek bihêz ,biîrade û xwedî bernameyek rohn, bikare xewn û hêviyên xwe bike bi xewn û hêviyên hemû takên beşdar di nava tevgerê de, dikare hêza kit kite şoreşvanan bixe ser hev û ji hêza çendqatbûyî ya tevgerê, qonaxên şoreş û xebatê hêsantir derbas bike û xala nîvekê ya hêvî û xweziyan bi şehrezayî û hêjayî ve bihingive.

Dr. Seîd Şerefkendî, ew rêberê jêhatî û bîrmendê xwedî helwest bû ku him wekî cihgirê dr.Qasimlo rola rêkxistina hêzên nav xebata demokratîk de dilîst û him jî li şûna dr.Qasimlo’yê nemir de, ew ser û mejî bû ku şoreşvan li hev dianîn û rêk dixistin û riya rast nîşanî wan dida û îradeya şoreşvanî ya wan piraktîze dikir û ji bo pêşerojê han didan ku wekî xwe li ser rasteriya cangorîtiyê de berdewam
bin.

Dr. Seîdê xwedî helwest û bi bername, li gotar û nivîsên xwe de ku ji bo birêvebirina tevgera cangorîtiyê pêşkeş kirine, li pir cihan de bas ji rol û pêgeha şoreş û şoreşvanan, gel û komên civakê dike û dixwaze weke komek hevgirtî bike bi cismek bihêz, bi bawer û bi îrade ji bo gihîştin bi mafê rewa yê azadî, xwerêveberî û
zal bi ser çarenivîsê û rizgarbûyî ji koletiya dîrokî. ‘’Hêza tevgera Kurdistanê, ji her tiştî pêtir, xwe li man û domandinê de dibîne. Li domandina xebat û tekoşîna dijwar, li man û berdewamiya afirandina destanrêsî û qehremanetiyan di qada tekoşînê de.’’

Tevgerek ku li nîşandana xewn û royayên pêşerojê bi xelkê de kêm bîne û li kurtiyê bide, yan li dijî xewn û hêviyên xwe tevbigere, baweriya xelkê ji dest dide. Lewre dr.Şerefkendî wekî mamostayê xwe, bûye mînak û berjenga van xewn û hêviyan û ji bo handana xelkê, bi xwe dibe bi pêşeng û rêberê piraktîzekirina tev tiştên ku bi xwe qala wan dike.