Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Barzanî ji bo çi li Enqerê bû?

14:12 - 7 Îlon 2016

N: Rêbwar Kerîmwelî

Serdana neçaverêkirî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo Enqerê, di demekê de pêkhat ku ev çend meh in Îran bi fermî ew venxwediye. Barzanî bi hêceta nebûna derfetek gûncayî ev serdan peşve xistiye!

Li pişt neçûna Barzanî ya Tahranê gelek farkor hene. Ya herî giring jî ew e ku Barzanî dixwaze bi pêgehek bihêz serdana Tahranê bike. Ne ku rûne û bê hêcet behsa tevgera li ser sînor, pêwendiyên ligel Bexdayê û mijara referandûmê bike.

Neçûna Barzanî bo Tahranê nayê wê wateyê ku pêwendiyên Îran û PDKê qut bûne. Ji ber ku di astên cuda de PDK û Îran civînan dikin.

Serdana Enqerê ya roja 23ê Tebaxê dibe tenê ne li ser daxwaz Tirkiyê be ku wisa nîşan bidin Barzanî dostê Tirkiyê ye û sêyemîn seroke ku piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê diçe Enqerê. Dibe ev serdan li ser daxwaza Amerîka û Îranê jî be ku roja paşî Joe Bîden û şandeke Îranî jî di heman demê de li Enqerê bûn.

Medya Tirkiyê tenê hevdîtinên fermî nîşanda. Derbarê pişta perdeyê de ti agahî nînîn. Herweke wan hevdîtînane ku beriya hilweêandina Saddam Barzanî û Talaqbanî ligel Amerîka pêk dianîn. Ji ber vê yekê jî di şanda Barzanî de ew kesên ku nihêniyan diparêzin, hebûn. Ji aliyê Tirkiyê de jî ew kesên ku Erdogan bi wan bawere, cîh digirtin.

Hewlên girêdana serdana Mesûd Barzanî bi operasyona Cerblûsê ve, pir bi safîtiye. Ji ber ku ev 3 sal in Tirkiye dixwaze li wir operasyonê bike û Amerîkayê jî erê kir. Ev 3 sal in PKKê nîvê Bakurê Kurdistanê wêran kir ku Tirkiye derfetê nebîne operasyonek wiha bike. Ji vê jî wêdetirç li hêviyê ne ku Barzanî rizgarkirina bajarekê ji destê DAIŞê şermezar bike.

Serdana Barzanî ya ji bo Enqerê li ser daxwaza Amerîka bûye. Amerîka hewl dide bi her awayî herdu hevpeymann wî Barzanî û Enqere li ser mijara paşeroja herêmê, metirsî û berjewendiyan di heman bereyê de bin. Herwiha wisa bike ku PKK dest ji serkêşî û tekrewiya xwe bîne.

Ji bo Amerîka giring e ku mîrasa piştî DAIŞê yê li herêmê bikeve destê Barzanî û Tirkiye. Ne ku Îran dest dayne ser vê mîrasê. Guhertinên mezin jî ev in.

Kî hevsengiyê diguhere?

Şêweyê bihev guhertina kursiya parêzgariyên Silêmanî û Helebcê, asta bawerî û yekgirtina hevpeymaniya di navbera YNK û Tevgera Goran de jî derxist!

Rêkeftina stratejîk a di navbera Mam Celal û Mesûd Barzanî de sed caran ji ya YNK û Goranê bihêztir bû. Ji ber ku di sala 2007ê de, di serdema kabîneya 5emîn a hikûmeta herêmê de Mam Celal bi yek nivîsê 2 sal heyama serokwezîriya Nêçîrvan Barzanî dirêj kir.

Piştî ragihandina encema hilbijartinên 2009ê jî Mesûd Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya 6emîn, cîgirê Mam Celal, Behrem Salih weke serokwezîr raspart. Di dema van guhertinan de ti kesan gotin nekirin, ji partiyên xwe cuda nebûn û navê namzetên xwe jî neguhertin.

Niha gotin ne li ser wê yekê ye ku ev lihev guhertina kursiyê ji aliyê yasayî ve betal e. Bi qasê wê, ev herdu hêzên Silêmaniyê bi vî halî .awa dikarin rêkeftina xwe bînin Hewlêrê?

YNK naxwaze jiber Goranç PDKê wenda bike. Goranê jî xwe bi YNKê ve hilawêtiye ku bikare bi awayek mûhteremî bîne nav bazina hikûmranî. Lê pirsgirêk ew e ku herdu alî jî li hember hev fêlan dikin. Ji ber ku di bingehê de baskê reform û baskê jidestçûyî yên YNKê bûne du beş. Wate berî du bûn, niha bûne çar û heryek ji bergeha xwe li PDKê û Goranê dinêre. Her çar alî jî Goranê û PDKê li gorî hevsengiya herêmî û navdewletî, bo biserxistina bergeha xwe bikar tînin.

Goran jî ku niha du perçe ye, bi heman awayî danûstaninê ligel baskên YNKê dike. Vêca bi vî awayî dê çawa mêzîna hêzê bê guhertin? Tenê YNKyî û Goranî vê yekê dizanin.

Barzanî berbi Bexdayê ve

Di demekê de ku Barzanî ji bo komkirina piştgiriya navdewletî berbi Ewropayê birêket, şanda YNKê ya li Bexdayê vegeriya, ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Ebadî gotiye, “Em ne li dijî mafê çarenivîsa Kurdan e.” Ev gotin Sedî Ehmed Pîre veguhset û cihê baweriyê ye.

Ji ber vê jî divê mirov weke nûçeyeke baş bibîne û medyaya Kurdistanê li ser bisekine. Ji ber ku girintirîn rawestgaha mijara serxwebûnê, herweke Serokê Herêma Kurdistanê jî di peyamên xwe de tekez kiriye, ya giring cudabûnek bi bê arîşe û pirsgirêk e ji Bexdayê. Herwiha cîrantiyek dostane ye li ser hîmê berjewendiyên hevbeş.

Ji ber vê yekê jî, pêwîst dike ku Barzanî piştî gera li derveyî welat, vê mijarê ligel serên siyasî yên Iraqê zelal bike. Eger hat û ji bo serxwebûnê bac jî pêwîst be, dikare di çarçoveya rêkeftineke demdirêj de li ser petrola Kerkûkê çareseriyek gûncaw bê dîtin.

Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo derxistin, veguhestin û firotina petrolê çend şêweyekê bacê dide. Eger em dixwazin serbixwe bin, bila ew jî bê ser van.