Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endameka Hizba Demokrat li Utrîş’ê koça dawiyê kir

17:10 - 11 Îlon 2016

Kurdistan Media: Endameka Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi sedema nesaxiya Penceşêr’ê li welatê Austoriya (Nemsa) de koça dawiyê kir.

Li gor nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistan Media, êwariya roja şemî, 10’ê Îlona 2016’an, xatû Şeyda Rezayî, Endama Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ji ber nesaxiya Penceşêr’ê li welatê Austoriya’yê de koça dawiyê kir.

Şeyda Rezayî, endameka dilsoz û jêhatî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bû. Navhatî hevsera şehîd Hejar Rezayî yê naskirî bi ‘’Hejar Tengîserî’’bû.

Şeyda yek ji wan jinên xebatkar bû ku pitir ji nîviya temenê xwe li riya xizmet bi xebata hizb û gelê xwe de danabû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê ji malbata navhatî û şehîd Hejar û hemû kes û karên wê dike û xwe bi şirîkê xem û kovanên wan dizane.