Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandekî Partiya Demokrat a Kurdistanê seredana komîteya Vestros a PDKÎ kir

21:51 - 14 Îlon 2016

Kurdistan Media: Şandekî Partiya Demokrat a Kurdistanê li Vestrosê, seredana komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Swêdê de kir.

Roja Yekşemî, 11’ê Îlona 2016’an, şandekî rêxistina Vestros a Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serperestiya Hatem Salih Akreyî seredana komîteya Hizba Demokrat li wî bajarî de kir û ji aliyê berpirsê komîteyê ‘’Ezîz Muradperest’’ ve hate pêşwazî kirin.

Li vê dîdarê de, rewşa siyasî ya deverê, û her yek ji parçeyên Kurdistanê û bi taybetî Rojhilata Kurdistanê hatin nirxandin. Û Ezîz Muradperest derheq vê qonaxa nû ya xebatê ku bi rasan û rabûn tê naskirin, da xuya kirin ku Rasan li encama van zulm û zordarî û neheqiyên ku Komara Îslamî derheq gelên Îranê de peyrew dike, hatiye rojevê. Ji berku Hizba Demokrat midehê 20 sal ji ber berjewendiyên netewî xebata xwe ya çekdarî dabû sekinandin û eva jî derfetek baş bû ji rejîma Îranê re ku pirsa kurd çareser bike. Lê berevaj, rejîm bi awayek hovanetir bi gelê kurd re tevgeriya.

Serperestê şandeya mêvan jî da xuay kirin ku Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ji bo seqamgîrî û parastina ewlehiya başûra Kurdistanê, hewl û xebatek mezin kiriye û tu carî jî karek wusa nekiriye ku bibe hêcet li destê dujminên kurdan li dor têkdana ewlehî û aramiya Başûra Kurdistanê.