Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirên şerê ên Turkiyê li Sûriyê 24 sivîl kuştin

17:50 - 17 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Bi sedema êrîşa balafirên şer ên Turkiyê bo ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk “HSD” li Bakûrê Sûriyê, 24 kes ji xelkê sivîl hatine kuştin, ku 6 kes ji wan zarok in.

Di encama vê êrîşê de ku roja 27’ê Tebaxê hatiye encamdan, 10 heya 15 şervanên ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî hatine kuştin.

Hatiye ragehandin ku her du aliyên Şer dikarin bi liberçavgirtina yasayên şer, rêjeya xisar û zirarên canî û malî bigijînin asata xwe ya herî kêm, lê heya niha ev kar nehatiye encamdan, lewra rêjeya qurbanîbûna xelkê sivîl di wan şeran de, roj bi roj zêde dibe.

Şahidên bûyerê ji Rêkxistina Çavedêriya Mafê Mirovan re eşkere kirin ku, roja 27’ê Tebaxê, berî kerbûna şefeqa sipêdeyê, balafirên şer ên ser bi dewleta Turkiyê, erîş birin ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku di hinek avahiyan de bûn û hevdem xelkê sivîl jî têde asê mabûn, û eva jî bûye sedema mirina 24 kes ji xelkê sivîl û herweha 10 heya 15 şervanên ser bi HSD’ê.