Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gemiyeke hilgirê çek û teqemeniyên rejîma Îranê li Yemenê hate girtin

21:08 - 18 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Artêşe Yemenê ragehand ku gemiyeke hilgirê çek û teqemeniyên rejîma Îslamiya Îranê hatiye girtin ku bo Hûsiyan dihat şandin.

Serleşker Nasir Tahirî, cîgirê Sitada Artêşa Yemenê di vê derheqê de ragehand ku, ev gemiya ku ji aliyê Artêşa Yemenê ve hatiye girtin, hilgirê çekên sivik û nîvgiran bûye.

Eva di demekî de ye ku cara yekemîn nine ku karbidestên leşkirî û siyasî ên Yemenê, bas ji destbiserdegirtina çek û teqemeniyên rejîma Îslamî ya Îranê dikin ku bo çekdarên Hûsiyan tên şandin.

Hevdem heya niha Amerîkayê jî li hemberî şandina çek û teqemniyan ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve, bo çekdarên Hûsî li Yemenê, nîgeraniya xwe aniye ziman.

Her di vê derheqê de Wezîrê Karê Derve y Amerîkkayê Can Kêrî jî ragehandiye ku, rajîma Îranê bi şandina çek û teqemeniyan û piştevaniya ji çekdarên Hûsiyan, li dijî Ebdul Rebe Mensûr dest avêtiye kûdetayê.