Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bombebarana Îtilafa Navnetewî bi dehan leşkirên Esed kuştin

21:13 - 18 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Hevdem digel belavbûna nûçeya sernekevtina agirbesta di Sûriyê de, balafirên Kowalisyona Navnetewî li Dêrezûrê, binkeyeke leşkirî ya ser bi Artêşa Sûriyê kirin armanc û di encam de, pitir ji 60 leşkirên Beşar Esed hatine kuştin.

Nûçegihaniya “Associated Pressê ragehand ku, hejmara kuştiyên vê bombebaranê heya niha gihiştiye 62 kesî ku, hewmû jî leşkirên ser bi artêşa Beşar Esed in.

Her di vê derheqê de karbidestekî Rûsiyê ragehand ku, êrîşa han ji binkeyeke leşkirî ya li nêzîk balafirxaneya Dêrezûrê, ji aliyê 2 balafirên F-16 û herweha 2 balafirên A-10 ve hatiye encamdan, lê navbirî eşkere nekir ka gelê ew balafir ser bi kîjan endamê Kowalisyona Navnetewî ne.

Reuters\'ê ji div ê derheqê de ji ziman Rêksitina Çavedêriya Mafê Mirov a Sûriyê ve ragehand ku, hejmara kuştiyên vê êrîşê gehiştiye 80 kesî û, hevdem êrîşa han bûye sedema bihêzbûna çekdarê DAÎŞ’ê li deverê.