Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêberê rejîmê careke din piştevanî da Sipaha terorîst ya Pasdaran

17:17 - 19 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Rêberê rejîma Îslamî ya Îranê di cîvîna digel fermandarên Sipaha terorîst ya Pasdaran de ragehand ku, rola Sipahê weke nawendekî leşkirî di dabînkirina ewlehiya welat û herweha tirsandina dujminan, gellek berçav û erênî ye.

Elî xamineyî di gotara xwe de serbarê piştevaniya ji Sipaha Terorîst ya Pasdaran, ev karbidestên rejîmê jî rexne kirin ku bi gortina wî, derheq bi hêzên leşkirî ên rejîmê, axaftinên nerast kirine.

Xamineyê di doma gortinên xwe de ragehand ku, di salên derbazbûyî de hinek karbidestên dewletê, basa vê dikirin ku sedema nemana gefên leşkirî û şer liser Îranê, hinek kiryarên din in, lê ev gortin nerast bûn, jiber ku take hokara nehêlana gefên leşkirî û şiyanên berevanî yên Îranê û hevdem tirsa di nava dilê dujminan de, şiyana hêzên rejîmê yên leşkirî ne.

Tê pêşbînî kirin ku mebesta rêberê rejîmê gotinên Hesen Rûhanî yê serkomarê rejîmê ne ku, di tîrmeha îsal de ragehand ku, yek ji deskewtên Bercamê nehêlana gefên leşkirî yên liser Îranê ne.

Rêberê rejîmê herweha zêde kir ku di cîhanê de jî, serkewtin û pêşkewtina hinek welatan vedigere ser sazî û nawendên wan yên leşkirî.