Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

30 Sinatorên Amerîkayê: Fîrîna balafirên Rûsiyê li esmanê Îranê bercamê binpê dike

17:37 - 20 Îlon 2016

Kurdistanmedia: 30 sinatorên Komarîxwaz yên Kongireya Amerîkayê di nameyek de bo serokê welatê xwe Barak Obama nivîsandine ku, firîna balafirên Rûsiyê li binkeya esmanî ya Noje ya Hemedanê, bona lêxistina dijberên Beşar Esed li Sûriyê, lihevkirina Bercamê û herweha biryarên Şêvra Ewlekariya NY binpê dike.

Di nameyê de ku qirar e ji rêya Can Kêrî ve bo Barak Obama bê şandin hatiye ku, gelo Rûsiyê wan êrîşên xwe yê Sûriyê liser pejirandina Şêvra Ewlekariyê encam dide?

Sinator “Can Baraso” yê komarîxwaz ku di nivîsandina vê nameyê de rola herî sereke lîztiye ragehand ku, êrîşên esmanî ên Rûsiyê, serbarê binpêkirina lihevkirina etomî yê di navbera rejîma Îranê û welatê 5+1 de, gelaleya rêkxistina NY jî, ku rakirina dorpêçên ser rejîma Îslamî ya Îranê lixwe digire, binpê dike.

Name serbarê vê ku hewlên Obama bona sepandina cezayên nû bo ser rejîma Îranê rexne dike dibêje ku, rejîma Îranê biryarên Şêvra Ewlekariyê ya NY binpê dike û eva jî gerek zelal bibe da ku dijkiryarên hewce di vê derheqê de bên encamdan.