Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Natiq Nûrî: Sûriye û Lubnan û Felestîn çeperên Îranê ne

17:43 - 20 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Serokê ofîsa pişkinîn ya rêberê rejîma Îslamî ya Îranê serbarê vê ku îtiraf bi şandina hêza Sipaha Terorîst ya Pasdaran bo Sûriyê kir ragehand ku, Sûriye û Lubnan û Felestîn çeper û mertalên me ne.

Navbirî di gotarekî xwe ke ku roja Duçemî 19’ê Îlonê belav kir amaje bi kerb û kîn û hirsa xelkê Îranê, ji şandina hêzên çekdar ên Îranê bo Sûriyê kir û bona pasawdana vê yekê jî got, dema em îroj li Sûriyê şêvirmenidiyê didin Sûriyan û şehîdan didin, bi vê meremê ye ku dujminên me negîjin sînorên me.

Serokê ofîsa pişkinîn ya rêberê rejîma Îslamî ya Îranê herweha zêde kir ku, hinek liser vê baweriyêne û dibêjin ku, çima sermaye û dahata Îranê didin Sûriye û Lubnan û Felestînê? Lewra gerek em ji wan bipûirsin, gelo dema diz dizxwaze dakeve nava mala mirov de, gerek mirov rûnê heya diz dakeve nava mal de piştre jêre rabe, an ku di nava bajar û kolanan de û berî daketina nava mal de, rê jê bi gire?

Ev gortinên Natiq Nûrî di demekî de ne ku beşek zêde ji dahata xelkê hejar û kêmdahat ya Îranê li Sûriye û Lubnan û Felestînê re tê mezaxtin, û eva jî bûye sedema nîgeranî û digiraniya netenê xelkê Îranê, belkî hemû cîvaka cîhanî, jiber ku rejîma Îsalmî ya Îranê bi vê karî binajûxwaziya Îsalmî û terorîzmê vedigeşîne û pere pê dide.