Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîgen Yûksekdax: Berî darbeya leşkirî, demokrasiya Tirkiyê gavên baş avêtibûn

22:43 - 20 Îlon 2016

Kurdistan Media: Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yûksekdax di gotarekê de bal kişande ser rewşa berî darbeya leşkirî û eşkere kir ku pirsa demokrasiyê li Tirkiyê de, gavên micid û erênî avêtibûn. Yûkekdaxê di gotara xwe de îşare kir ku piştî kûdetayê û ragihandina rewşa awarte, hemû xebatên ji bo aştiyê hatinî encamdayîn, AKP ji holê rakirin.

Fîgen Yûksekdax herweha da zanîn, li wan cihên ku AKP’ê nekarîbû ji riya hilbijartinan ve dest bi ser de bigre, piştî darbeyê hêcet ketiye dest û hewil dide ji riya çek, hêz, kavilkarî û sepandinê ve dagîr bike û ji kar avêtina 28 serok Belediyan û cihgîrkirina qeyûman li şûna wan jî, wekî nimûne anî ziman.

Dewleta AKP’ê piştî Kûdetayê kete tesfiyekirina hêzên leşkirî, karmend û mamostayan û bi dehan hezar kes di çarçoveya dosyeya KCK’ û Tevgera Gûlen de ji kar avêtin û gelek kes û alî jî, vê siyaset û piratîka AKP’ê bi kûdeta dizanin.