Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du cemserên dijber

20:05 - 22 Îlon 2016

Ebdula Hicab

Piştî êrîşên devkî yên tûje Xameneyî bo ser rayedarên Erebistana Seûdî, bi taybet malbata paşatiya Seûdî, wezîrê derve yê rêjîma Îranê Cewad Zerîf jî bi zimanek zivr di rojnameya ’’New York Times’’ de êrîşî Erebistana Seûdî kir. Zerîf di gotara xwe de li jêr navê :”Jêve bin em cîhanê ji Wehabîzmê paqij bikin”, bi eşkere basî pilana rêjîma xwe ji bo tunekirina îdeolojiya fermî ya Erebistanê dike. Ji aliyê xwe ve, karbidestên Seûdî jî di wê dema dawî de pir eşkere êrîşî ser rêjîma Îranê dikin û sûçê hemû şer û arîşeyên herêmê dixin stuyê rêjîma Komara Îslamî.

Lê arîşeyên di navbera her du rêjîmên Seûdî û Komara Îslamî de tenê di çarçoveya şere qise û tawanbar kirina hev û din de kurtebir nabe. Piraniya welatên herêmê yên di nava şerê hundirîn û arîşeyên siyasî de ne, bi kiryar bûne qada pêşbirkêya her du welatan. Li Sûriye, Yemen, Îraq, Efxanistan, Behrên û hwd, Îran û Erebistan li hember hevûdin sekinîne û her yek ji wan bi hemû îmkanên xwe yên zirxî û leşkerî, abûrî, siyasî û dîplomatîk ve piştgiriyê didin ’’dostên” xwe ku dibe ”dujminê” aliyê din.

Şerê bixwîne Sûriye û Yemenê mînakên herî eşkere yên vê dijberiyê ne. Di navxweya her du welatan de jî, çalakvanên ku di bin siya rêkxistinên olî de kar dikin, bi hêceta ku girêdayî vê an wê rêjîmê ne, tên ceza kirin. Mînaka herî berbiçav, darvekirinên çalakvanên sunî li Îranê û yên şîe li Erebistanê ye.

Dijberî û êrîşên her du rêjîmên Komara Îslamî û Erebistana Seûdî li hember hevûdin, ne mijarek nû ye. Kuştina heciyên Îranê li Mekê, pilana terorkirina dîplomatên Seûdî ji aliyê Îranê ve, gefên her du aliyan li hevûdin û şer bi riya aliyên şerker yên girêdayî her yek ji wan du rêjîman ve bi salan e ku berdewam e. Zêdebûna aloziyan di van demên dawîn de, bi tenê pêlek nû ya netifaqiyên di navbera her du aliyan de ye ku paşxanek kûr û demdirêj heye. Erebistan bi îdeolojiya Selefî û nêrînek parêzvan ji mezhebê sunî li ola Îslamê û Îran bi îdeolojiya Wilayeta Feqîh û nêrînek radîkal li mezhebê şîe yê danzdeh Îmamî weke du cemserên olî bi dehan sal e ku li hember hev sekinîne.

Hem Îran û hem Erebistana Seûdî îdeaya rêberiya cîhana Îslamê dikin û her yek ji wan ji aliyê xwe ve hewl dide serkêşiya tevgerên olî yên girêdayî cemsera xwe bike. Dema Îranê cîpiyên xwe li Lubnanê vekir, Erebistanê bi piştgiriya Refîq Herîrî xwest ber bi pêşveçûna Îranê bigre. Di kelekela serketinên Herîrî û tevgera dijberî Îranê de li Lubnanê, Komara Îslamî bi riya Hizbullahê ve, Herîrî teror kir. Bi kuştina Herîrî re, Hizbullah û Îranê movikên sereke yên deselata Lubnanê girtin destê xwe.

Hiloşandina her du rêjîmên Taliban li Efxanistanê û Beis a Seddam li Îraqê riya destwerdanên Îranê li her du welatan de vekir. Lewma di destpêkê de Erebistanê hewl da ku bi awayek cidî pêşiya serketina Îranê bigre. Lê aliyên ku Erebistanê li her du welatan de destek didayê, di demek kin de ketin davika tevgerên binajo û riya tundutîjiyê girtin. Di rewşek wusa de, welatên Rojava, di serî de jî Amerîka neçar ma ku li hember zêdegaviyên Îranê bêdeng bibin û hin caran jî rê ji bo zêdegaviyên Komara Îslamî hê zêdetir xweş bikin.

Şer û aloziyên Sûriyê rewş hê zêdetir li ser zerera Erebistanê û bi qazanca Îranê guherî. Opozisyona rêjîma Esed ku ji bo armancek baş; rizgarî ji dîktatoriya Esed serî hilda, piştî çend mehan kete bin bandora gurûpên tundajo yên weke ’’Cebhet el Nusra’’, ’’Ehrar el Şam’’ û DAIŞ’ê. Hêzên lîberal hêdî hêdî bê bandor man û di dawiyê de piraniya wan, yan qad vala kirin yan jî xwe sipartin hêzên tundajo. Amerîka û Rojava, di gel ku hevpeymanê Erebistanê ne û dihat payîn ku piştgîriyê bidin dost û hevpeymanên Erebistanê, lê wisan nekirin. Di germiya şer û aloziyên Sûriyê de, rewşa Îraqê jî bi qazanca hêzên tundajoyên ku li eniya dijberî Îranê de bûn, hate guhertin. Erebistanê her çiqas ku bi eşkere piştgîrî neda DAIŞ’ê, lê bi serketinên DAIŞ li hember dewleta Îraqê ya di bin bandora Îranê de dilxweş bû. Ji ber ku grûpên tundajo yên sunî li gel dujminatiya bi Îranê re, li hember Amerîka û Rojava jî bûn, Amerîka neçar ma, di piratîkê de, bi Îranê re bikeve nava hevpeymaniyek ranegehandî û rê bide ku Îran hem li Îraq û hem jî li Sûriyê bibe xwedî hêz.

Bi vî awayî, di asta herêmî de, welatên ku Erebistan bi hêvî bû bi wan re di nava yek eniya siyasî de be, yek li pey ya din ketin bin bandora siyasî ya Îranê. Lewma dema ku Îranê hewil da li Behrênê aloziyan çê bike, Erebistanê hêz şande wî welatî. Piştre jî dema ku Îranê dixwest li Yemenê tevgerekê bi qazanca xwe bi rê bixe, Erebistan bi awayê rasterast kete dewrê û bû aliyek çalak di şer de.

Ya rast ew e ku rêjîma Komara Îslamî çavkaniya sereke ya arîşe, şer, dujminatî û netifaqiyên li Rojhilata Navîn e. Ji wê bi der, rêjîma Îranê dixwaze nêrîna xwe ya teng li ser şîegeriyê bike tevgerek siyasî ya xurt ku deselata hemû Rojhilata Navîn bigre destê xwe. Ji aliyê xwe ve, Erebistan jî bi salan e ku piştgiryê dide hêzên oldar heya ku bi riya wan ve nêrîna Wehabî li cîhana Îslamê belav bike û weke take cemsera olî, bibe nawenda biryardayîna îslamî. Bi kiryar pêşbirkêya her du aliyan li ser berfireh kirina nerînên teng ên olî, her yek ji aliyê xwe ve ye; yanî du cemserên yek ji ya din tundajotir û paşverotir.

Lê pirs ew e, gelo çima beşek ji medyaya Amerîka, ev demek e rê ji bo nêrîn û dîtinên Komara Îslamî ya îranê vekirî ye heya bi dilê xwe li dijî Erebistanê kar bike. Gelo ew sîgnalek e ji bo pilan û pirojeyên pêşerojê ku dema Hillary Clinton bi ser ket, siyaseta Obama li hember Îranê bigîne encamê? Gelo rê tê xweş kirin ku Erebistan û Îran bikevin nava şerek rasteraste olî ku weke Şerê 30 salî yê olî li Ewrûpa (1618-1648) sî salan ajot? Gelo di siyaseta nû ya Amerîka li Rojhilata Navîn de rê tê xweş kirin ku Îran rolek nû bilîze? Gelo ew, pişêpişê ye heya ku melayên Îranê bikevin davikê?
Her yek ji wan pirsan, dikare senaryoyek siyasî bi xwe re bîne ku pêşeroja wê ne zelal e.