Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Rojava ve bo Rojhelatê, gelo dîsa kurdan yê bikin qurbanî?

20:09 - 22 Îlon 2016

Elî Munezemî

Her hikûmetek nedemokratîk ku li etomsferek nedemokratîk de jî jidayîk bibe, jiyana wê li baştirîn halet de ji sê qonaxan pêk tê: qonaxa jidayîkbûnê, qonaxa pêşveçûn û gihîştin bi kopikê û li dawiyê de jî qonaxa lawazbûn û herifînê bi sedema kar û kiryarên xwe.

Hikûmetên dagîrker yên zal li ser Kurdistanê de jî ji vê zagonê bi der nînin. Dewleta Tirkiyê bi serokatiya Receb Teyîb Erdoxan, bo bidestve girtina desthilatê, karî li hestên olî yên gelê kurd jî mifahê werbigre û xîmê desthilatdariya xwe qahîmtir bike.

Hikûmeta wî karî li demeke kin de rewşa aloz ya aboriya Tirkiyeyê baş bike û wusa bide eyanê ku hikûmeta wî hikûmetek jêhatî ye. Li ber vê ku bikare li hemû îmkan û kapasîteyê bi baştirîn şêwe mifahê werbigre û hikûmeta xwe tûşê xerc û mexaricên zêdetir neke, pêvajoya aştiyê tevî gelê kurd destpê kir da ku bikaribe ji vê bûdceya ku li şer li dijî kurdan bikar dianî, li ciyek din da bikar bîne. Bi vejîna aboriya Tirkiyeyê li aliyekê û cevhera hizrî ya Erdoxan li hêla din, dewleta Tirkiyeyê her zû li serxwe çû û ber vê hindê jî, dest avête hindek kiriyarên nejîrane.

Di van rojên dawiyê de ku hikûmeta Tirkiyayê bi hêceta şer li dijî DAIŞ’ê leşkerên xwe şandin bo nav hundurê xaka welatê binav Sûriyê, artêşa wê bi tinê êrîş bire ser wan ciyên ku şervanên kurd li destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiribûn û têde êvirîbûn. Hemû kes baş li bîra wan de ye ku gava di sala 2011’an de şer li Sûriyê serî hilda, dewleta Rûsiyê tevî hev li aliyekê û dewletên rojavayî bi rêberayetiya Dewletên Yekgirtî yên Amerîka tevî Tirkiyê di hêla din, zêdetir ji hev û du nêzîk bibûn. Aliyê yekemîn yê di jor de me amaje pêkir, berjewendî û qazancên xwe heya roja îro di mana Beşar Esed li ser desthilatê de dane nasandin.

Heya niha jî ew tevî hev xwediyê peywendiyeke xurt in û alîkariya hev û du dikin bo serxistina pilan û pirojeyên xwe (bo mînak wek bikaranîna esmanê Îran li aliyê Rûsiya ve bo mûşekbaran kirina Sûriyê li deryaya Kaspiyen ve û binkeyên hêzên esmanî yên Îranê wek binkeyê Nûje/ Şahruxî li nêzîk bajarê Hemedan ê li aliyê Rûsiyayê ve bo ku firokeyên xwe li wir ve bişîne şer li Sûriyê bo piştgiya rêjîma Esed).

Di halekê de ku aliyê dûhemîn yê ku me di serve de amaje pêkir, berjevendî û qazancê xwe li nemana rêjîma Baas ya Sûriyê û nehiştina DAIŞ ê de didîtin û pişgiriya opozisiyona Sûriyê dikirin, ji ber zaf sedemên diyar û nediyar, roj li dîv roj ji hev dûr ketin û nexwestin û yan jî nekarîn bi awayek pêdivî tevî hev û du hevkariyê bikin.

Ew nakokî li demên cuda de bi awayên curbicur xwe nîşan dan. Her çawa me di jor de amaje pêkir, îdareya Erdoxan ku li dema xwe de karîbû rewşa aloz û arîşedar ya aboriya Tirkiyeyê bi awayek erênî biguherîne, zû ji xwe derket û hatibû ser vê qenaetê ku her çi dilê wan bixwaze û bikin, NATO û bi xasmanî Amerîkayê piştgirî û destekê bidin wan.

Lê derket ku ne wusa ye. Li dema xistina balafira Rûsiyayê ji aliyê artêşa tirkan ve, di peywendiyên navbera Rûsiye û Tirkiyê arîşe û aloziyên mezin hatine pêş. Welatên endam li hevalbendiya NATO de û li serî de jî Amerîka, amase nebûn li ser Tirkiyeyê werin cihab, û heta Tirkiye û Erdoxan hişyar kirin ku ew nabe di vî warî de tu çavnihêriyek ji endamên NATO hebin ku eger tevî Rûsiya’yê tûşî şer bin, li ser Tirkiyeyê werin deng.

Di vê navberê de, kurd li başûr û rojavaya welat, him li ber mêrxasî, berxwedan û sekinîn li himber DAIŞ’ê de û hem ji ber rastî û duristiya xebata wan, bala rojavayiyan kişandin ser xwe û bo rojavayiyan bi giştî û bo Amerîka bi xasmanî derkete holê ku take hêza di Rojhelata Navîn de ku ew dikarin pişta xwe pê qahîm bikin, pêşmerge û şervan in. Wê demê ku kurd bûn bi alternative, Tirkiyê pêgeh û giraniya xwe ya caran ji dest da.

Ji hêla din ve, Tirkiye di hundirê xwe de jî tûşî zaf arîşe û zehmetî û kêşeyan bû û hikûmetê bi zorê xwe ji destê darbeya artêşê xilas kir. Lê qeyran û arîşeyên piştî wê derbeyê hind kûr in ku Tirkiye bona xwerizgarkirin ji destê wan arîşeyan, stratejiya Îranê bi kar tîne û dixebite ku xelkê xwe mijûlê şer li derweyî tixûbên xwe bike. Wiha şerekê du qazanc li hundirê xwe de bo wan hene:
Yekem bi zerbe lêxistin ji kurdan, ewan lawaz dike û egera wê yekê heye ku bi lawazbûna kurdan, dîsa Tirkiye ciyê xwe yê stratêjîk bidest bixe.

Duyem, xelkê Tirkiyeyê mijûlê şerekê bike li derveyî sînorê Tirkiyeyê da ku bala xwe nedin ew pirsgirêkên hundirîn yê Tirkiyeyê. Zaf balkêş e ku îdareya Erdoxan bo derbazbûn ji wan qeyranan û ji ber tirsa ku li NATO ê de bêne avêtin (li ber ku li aliyê rojavayiyan ve zor gilî û gazincî li wan dihat girtin bi sedema şêveya tevgeriyana karbidestên Tirkiyeyê tevî zindaniyan, rojnamevanan û yên cudahizr), her zû ewan pişt li hemû wan gefan kirin ku li serdema têkşikandina balafira Rûsiyayê, bi dijî Rûsiyayê û Vladimîr Pûtîn dikirin.

Dewleta Tirkiyeyê xwe neçar dît ku daxwaza lêborînê ji Rûsiyayê bike, him jî xesarê bidin û him jî ew kesê ku balafira Rûsiyayê têkşkandî, ceza bikin. Yanî hemû ew mercên ku Vladimîr Pûtîn bo wan destnîşan kiribûn, yek bi yek anîne cî. Niha Tirkiye ji vê rastiyê jî pê hesiya ye ku pirr zehmet e ku bikaribe bibe endamê Yekîtiya Ewropa û her wusa piştî ew hewla sernekevtî ya darbeyê, peywendiyên Tirkiyê bi Rojavayiyan re pirr lawaz bûne û Tirkiyeyê ew tirsa jî heye ku li endametiya NATO de jî were avêtin. Ji ber van hegeran, ew cehd dikin ku xwe li hevpeymanetiya Şanghayê nêzîk bikin û di hêkel din de jî xwe ji Rûsiyayê nêzîk dikin. Her di vê demê de cehd dikin ku xwe li welatên Îslamî jî nêzîk bikin.

Ew reftara Tirkiyê me dixe bîra welatên hevpeymanetiya Warşova yê, ku çawa xwe li bereyê rojhelatê ve (Warşova ê ve) hind guhertin heya wek endam li NATO de hatin pejirandin, tê xûya ku Tirkiye jî dixwaze hind xwe biguhere heya ji aliyê eniya Rûsiyê ve jî tê qebûlkirin. Piştî pêkhatina Tirkiyeyê bi Rûsiyayê re û ew tirafîka dîplomatîk ya di navbera Rûsiya, Îran û Tirkiyeyê de, xûya ye ku Rûsiya, Îranê û Tirkiyeyê li ser pêşeroja Sûriyeyê lihev kirine û li ser kurdan jî tevî hev rêkketine. Ji ber vê yekê ye ku Îran û rêjîma Esed li hêlekê û artêşa tirkan jî li aliyek din ve, êrîş dikin ser Rojavayê Kurdistanê.

Derbirîna nerazîbûnê ji aliyê Amerîka bi sedema van êrîşan bo ser kurdan û pêgeha kurdan li başûr û rojavayê welat, derdixe ku kurd dikare bibe hêzek biryarder û xwedî bandor li piştê herifîn û nemana rêjîma Esed û DAIŞ’ê. Wê pêgehê tenê û tenê hewceyî yekgirtina netewî di navbera hêz û partiyên kurd de ye.

Bona vê kurd neyên firotin, kurd bi xwe biryarder e. Ew yeka erkek dîrokî dixe ser milê hêz û aliyên kurdî ku li hev û du nêzîk bibin.
Bi kurtasî, pêgeha Tirkiyeyê di hevsengiyên siyasî di Rojhelata Navîn de bi awayek nerênî hatiye guhertin û ew ne xwediyê hêz û pêgeha wek caran e. Her wusa, ew tûşî zaf qeyran û arîşeyên navxweyî bûne û derfetek mezin û zêrîn ketiye dest kurdan, û kurd dikare li wê derfetê bo rizgariya xwe ya netewî mifahê werbigre.

Welatên Rojavayî jî di Rojhelata Navîn de li kurdan baştir bi dest naxin. Ber vê yekê jî eger kurd yekgirtî be û hêzên wê xwe ji sepandin û hejmûnîxwaziya pirr xisar biparêzin, dujmin yê li hember berxwedana pêşmerge û şervanan de biçokde bê.