Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji Neteweyek niyetpak ve bo balyoza niyetpakiyê

20:19 - 22 Îlon 2016

Elborz Rûînten

Nûçeya destnîşankirina Nadiye Murad weke balyozê “Niyetpakiyê” ya “NY” di rêûresmeke taybet da, nîşaneya pêşkevtina bizava netewî ya me di warê nasandin û gihandina êş û elemên gelê me ye bi cîhanê re, û bê goman em ji vê rêyê ve jî dikarin ku xincî piştevaniya mirovî, piştevaniya siyasî jî bidest bixin.

Destnîşankirina Nadiye Murad di despêkê de bo me weke gelê Kurd şanazî ye, jiber ku Nadiye Murad weke beşek ji tarajidiyaya dîroka Kurdan, dikare mînakek biçûk ji azar û êş û elemên Kurdan be, herweha mînakeke din ya rewayî û berheqiya tevgera gelê me ye ku dikare bi başî êş û azarên me bi cîhanê re nîşan bide.

Kurd weke neteweyek tepeserkirî, xwediyê azar û êşên weke jînosayd, Enfal, komkujî û dagîrkirî, berdewam li pey vê yekê bûne ku, bikarin dengê xwe bigihînin rêkxistinên cîhanî û herweha nawendên biryardanê û çalakên mafê mirovan, da ku bikarin ji vê rêyê ve piştevaniya mirovî û siyasî bo xwe misoger bikin.
Herçiqas kareke weha di cîhana salên derbazbûyî de karek hêsan nebû, jiber ku di cîhana siyasetê de em parek nebûn ji berjewendiyan, û hevdem beşek jî vedigere ser me bi xwe, ku me nekariye di warê dîplomatîk û çêkirina peywendiyan de serkevtî bin.

Lewra yek ji erkên ser milê me hemûyan weke tevgerrên cuda cuda yên Kurdan, eva ye ku bikarin wan peywendî û piştevaniyan bidest bixin.

balyoza “Niyetpakiyê” ya NY ku li gorî normên berê, bi kesatiyên di warên curbicur de dihate dayîn, da ku bikarin ji navûdengê xwe mifahê bisitînin bona vegeşandina çalakiyên xwe û herweha komkirina piştevaniyan bona berfirehtirkirina çalakiyên Neteweyên Yekbûyî.

Kesên ku di salên berê di NY di vî warî de çalak bûn, ekterên naskirî û binavûdeng yên sînemayê û herweha hunermendên warên curbicur bûn, lê diyarîkirina Nadiye Murad jiber vê nebû ku Nadiye Morad ekter an kesatiyek binavûdeng bû, belkî bi sedema wan êş û eleman bû ku Nadye dîtibûn. Eva ji dibe sedem ku Nadiye Morad pitir ji çalakeka mafê mirovan di NY de kar bike, hevdem Nadiye Murad dikare bêtir ji her kesekî ev erkê pîroz birêve bibe, jiber ku bi xwe di hundir wan êş û azararn de bûye.

Ez liser vê baweriyê me ku eva jî bi zelalî di dîroka gelê Kurd de xwe derdixe ku, serbarê vê ku derfet bi me re nehatiye dayîn, lê gelê me herdem mînakek bûye bona bicîgihandin û parastina buhayên mirovî weke mînak em neteweyek azad nebûne, lê berdewam hewla vê yekê me daye ku azadiya gelên din biparêzin, em berdewam weke netewe û hemwelatiyên pile 2 an 3 hatine dîtin, lê berdewam me daxwaza yeksanî û biratiya gelan kiriye, em goriyê nebûna sîstemek demokrat bûne, lê di heman demê de me qurbaniyên zêde di pêxema demokrasiyê de dane.

Balyoza“Niyetpakiyê” Nadiye Murad jî diçe vê çarçoveyê de, serbarê vê ku bi xwe bûye qurbaniyê nebûna niyetpakî û binajuxwaziya DAÎŞ’ê, lê niha weke balyoza “Niyetpakiyê” alîkariya NY dike, da ku bikare rola xwe di rasteya piştevanîkirina ji nehêlana tundrevî û binajuxwaziyê bilîze.

Destnîşankirina Nadiya Murad hevdem dikere karê dîplomasiya Kurdan hêsantir bike, jiber ku êdî cîhan Kurdan nas dike û êş û azarên Kurdan dinase û dibîne, eva jî bo keysa xweseriya Kurdistanê û biryardan liser çarenivîsa Kurdan, dikare bibe faktek ku bandor liser bîrûraya giştî hebe, jiber ku avabûna dewleta netewî demîk hêsan dibe ku, netewa navbirî di bin gefa jinavçûnê de be, û Nadiye Murad jî mînaka gefa han e liser gelê Kurd.

Di gotareke xwe de ku Nadiye Murad bas ji berbijêrbûna xwe bo xelata Nobêl’ê dike, êş û azara Êzidiyên bin destê DAÎŞ’ê bi girîngtir ji wergirtina xelata Nobêl’ê dide zanîn, eva jî vê yekê diselimîne ku Nadiye Murad di vê pêvajûyê de, pitir ji berjewendiya xwe ya takekesî, berjewendiya giştî berçav digire, û eger pêvajoya han jî berdewam be, wê ji pileya balyoza “Niyetpakiyê”, pitir bona xizmeta neteweya xwe mifahê bisitîne.

Lewra hekî çend salan berî niha Nadiye Murad tenê keçek Êzidî bû li Şingalê, niha sîmbola êş û azara Şingal û neteweya Kurd e, niha pênaseya dîroka binajûxwaziya dagirkeran e li hember netewa Kurd, pênaseya hemû wan keçan e ku bûne goriyê kultûra şaş ya olî li hemberî regeza “Mê”, lewra jî bo Kurdan serbarê şanaziya bi Nadiye Murad, gerek hemû aliyek alîkariya wê bikin da ku bikare di erkên xwe de serkevtinê bidest bixe, û herweha di bidestxistina xelata Nobêl ya aşîtiyê de jî serkewtinê bidest bixe, bona vê ku şiroveya êş û azarên Kurdan bo biyaniyan hêsantir bibe ji berê, jiber ku Nadiye Murad jî yek ji wan belgeyan e.