Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî ya PDKÎ: Erkê mamostayên têgehiştî ye ku zarokan bi perwerdeya îroyî û hizra azadîxwaziyê re perwerde bikin

15:25 - 24 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ seba destpêkirina sala nû ya xwendinê di Îranê de, daxuyaniyek belav kir û piroseya xwendinê bi zimanek derweyî zimanê dayîkî di Îranê de, bi kuştara çandî nav dibe.

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Sala nû ya xwendinê ji fêrxwaz û mamostayan pîroz be

Hemwelatiyên hêja!


Despêka sala xwendinê li Îranê de, hevdem e digel destpêka demsala Payîzê û guherîna rewşa hewayê, wate digel kêmbûna pileya germê, demsala nû ya tekoşîna di pêxema zanist û fêrbûnê de, dest pê dike.

Demsala zanist û xwendinê di Îranê de, ji hemû qutabî û fêrxwazanre, destpêka salek din e ji pêvajoya pêgihîştin, ‘elimîn û zanistperweriyê, da ku xwe bi çeka zanist û têgihîştinê bona bidestvegirtina pêşeroja welat, teyar û berhev bikin.

Hevdem ji mamostayên xwendingehan re jî demsalek nû ya tekoşînê ye bona perwerdekirina zarok û lawên Kurdistanê, heya ku bi zehmetî, mandîbûn û tekoşîna xwe ve, nifşên pêşeroja welat bi zanista serdem perwerde bikin û wan ji nezanî û nezanperestiyê dûr bixin.

Bi vê boneyê ve, em pîrozbahiyê ji hemû qutabî û fêrxwaz û mamostayên têgehiştî û zanistperwer di Îranê de dikin û hevdem hêvîdar in ku, di sala nû ya xwendinê de, coxîna zanista îroyîn û mirovtewer, di xwendingeh û mejiyê zarokan de pirberhemtir be.

Hevdem li gel demsala nû ya xwendinê li Îranê de, pirsgirêk û giriftên zêde jî li ser riya xwendekar û mamostayan hene, ew jî têxistin û vezelandina waneyên îdeolojîk û paremayî bo nav waneyên xwendinê de ye ku desthilata Wilayeta Feqîh, bi dijberîkirina perwerdeya zanistî û mirovtewerane, waneya nezanperestî û paremayînê ji zarok û ciwanên Îranê re dibêje, lê li hemû cehd û tekoşînên xwe de jî şikest xwarî ye. Ji ber ku piştî 36 sal bi ser kûdetaya çandî bi ser zanistgehan (sala 1359’a rojî) de, hêj bas ji piroseya bi nav îslamîkirina xwendinê dikin û niha jî kom kom û dest deste ji lawên Îranê ku piroseya xwendinê li jêrdestê îdeolojiya Wilayeta Feqîh de qedandine, bi tewahî li dijî bingehên terorîstî ên hizra Wilayeta Feqîh disekinin.

Erkê mamostayên têgihîştî, zanistdost û mirovdost e ku berevajî waneyên Komara Îslamî, zarok û ciwanan bi perwerdeya îroyîn, hizra azadîxwazî û zanistperweriyê nasyar û bielimînin.

Li Îrana jêrdestê zalim û stemkaran de, demsala nû ya xwendinê hevdem e li gel demsala nû ya birandin û êrîşa ser zimanê dayîkî.

Li Îrana dagîrkirî ji aliyê desthilatdarên xwesepên û dijî azadî ve, zimanê dayîkê li piroseya xwendinê de hatiye qedexekirin û zarokên netewên zulmlêkirî û yek ji wan jî neteweya kurd bi zimanekê ku biyanî ye bi wan re, dibe piroseya xwendin û hînbûnê birêve bibin û eva jî destpêka jinosayda sipî ya çandî li Îranê de ye. Li rastî de sala nû ya hînbûnê, di heman demê de sala nû ya destpêkirina kuştina çand û zimanê neteweyan li Îranê de ye.

Lawên bihest û mamostayên şoreşvan û xebatkar, erkek giran li vê derheqê de dikeve ser milê wan, ku ew jî, xwe li vekirina riyên mumkin bo hînbûn û xwendina bi zimanê dayîkî de dibîne, heya ku bi vî awayî him zimanê dayîkî ê xwe biparêzin û him jî li hember siyasetên şovenîstî ên rejîma desthilatdar û îdeolojiya hakim de derbikevin.

Bi hêviya wê ku bi herifîna rejîma Wilayeta Feqîh, sîstema xwendin û perwerdehiyê li Îran û li nav neteweyên Îranê de bibe bi sîstemek îroyîn, mirovtewer û dûr ji ciyawazî, helandin û vebirandinê.

Carek din sala nû ya xwendinê ji hemû qutabî û mamostayan li Îranê û bi taybet ji fêrxwaz û mamostayên kurd pîroz be.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî

24’ê Îlona 2016’an
3’ê Rezbera 1395’a Rojî