Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nurwêj: Semînarek siyasî- rêxistinî ji bo Mistefa Hicrî pêk

14:50 - 27 Îlon 2016

Kurdistan Media: Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê PDKÎ li welatê Nurwejê de semînarek siyasî – rêxistinî ji bo endam û alîgirên Hizba Demokrat li wî welatî de birêve bir.

Li doma kar û çalakiyên sekreterê giştî yê Hizba Demokrat ‘’Mistefa Hicrî’’ li derweyî welat de, li ser daxwaza navhatî, komîteya Hizba Demokrat roja yekşemî, 25’ê Îlona 2016’an, semînarek siyasî – rêxistinî ji bo endam û alîgirên Hizba Demokrat li wî welatî de lidarxist ku hejmarekî berbiçav ji wan têde beşdar bûn.

Semînar bi xwendina sirûda netewî ya ‘’Ey Reqîb’’ û deqîqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên riya rizgariya gel û bi taybetî şehîdên vê qonaxa nû ya xebatê dest pê kir.

Piştre berpirsê komîteya Hizba Demokrat li Nurwejê ‘’Îbrahîm Lacanî’’bi nûneratiya endam û beşdarên semînarê ve bixêrhatina sekreterê partiyê kir û hêvî xwast ku civîna han bibe hêvênê guhertinên bingehîn li dor baştirbûna karê hizbê û bihêzbûna rêxistina hizbê li wî welatî de.

Paşan Mistefa Hicrî bi dûr û dirêjî bas ji rewşa xebat û tekoşîna niha ya hizba demokrat û qonaxa îro ya tevgera azadîxwazaneya gelê kurd li Kurdistana Îranê kir û pêgeha Hizba Demokrat li hevkêşeyên siyasî ên dever û Îranê de nirxand.

Hicrî li vê derheqê de tekestî li ser vê tevgera nû ya Hizba Demokrat kir ku li hundurê welat de birê xistiye û stratîj û armanca vê tevgerê şirove kir û erkê endam û alîgirên Hizba Demokrat li vê derheqê de destnîşan kir.

Sekreterê Hizba Demokrat riyên beşdarî û alîkarîkirina bi vê xebatê, bi endam û alîgiran re bas kir û da zanîn ku hewce dike em rûpelek nû ji jiyana siyasî rêxistinî ya xwe vekin û xwe hikişînine wê ast û pêgehê ku em erkdar û çavnihêriya gel e.

Hicrî daxwaz ji endamên Hizba Demokrat kir ku hemû şiyan û karînên xwe bona pêşdebirina xebat û bihêzkirina çeperên tevgerra netewî – demokratîk a gel terxan bikin û destê hevkarî û hevxebatiyê ji hemû hêz, kesatî û aliyên siyasî, nîştimanî û demokratîk ên nava qada tevgera gelê xwe re dirêj bikin.

Mistefa Hicrî herweha daxwaz ji rêxistina Hizba Demokrat kir ku bibine mekîne û dînamîzma pêşdebirina vê siyasetê. Bo vê armancê jî hewce ye şiyan û karînên xwe li dor guhgirtin ji xelk, kes û aliyên din jorde bibin. Dilvekirîtî û hest bi berpirsatîkirinê bikine metoda karê xwe, asta dîsîplîna hizbî û welatparêziya xwe jorde bibin û derfetê bidin hemû ew kesên ku dixwazin di vê xebatê de beşdar û rola xwe bilîzin. Herweha tekrewî û xwe bi mîhwerzanînê bavêjin dûr û bibine hêvên û lokomotîva pêşdebirina vê tevgerê. Herweha berevaj, derfetê nedin wan kes û aliyan ku bi şere timikanê ya bêwate, me mijûl û asta edebiyata siyasî û hizbî a me bibin jêr pirsiyarê. Dibe em têbikoşin ku qazanc û berjewendiyên gelê xwe jorde bibin û helwest, karê siyasî û nemaze dijkiryarên me jî nirxandî bin.

Hicrî daxwaz kir ku hewce ye em exlaq li têkiliyên hizbî û rêxistinî ên xwe de xurttir bikin û dest bidin hev û bihevre vê siyaseta nû ya hizba demokrat bikine karê rojaneû cewhera tekoşîna siyasî û rêxistinî a xwe.

Beşdarên semînarê jî piştî dawîhatina axaftina kak Mistefa Hicrî, bi awayek berfireh pişikdarî li bas û nîqaşan de kirin û semînar dewlemendtir kirin.