Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandekî Hizba Demokrat beşdarî li roja netewî ya Erebistanê de kir

16:01 - 27 Îlon 2016

Kurdistan Media: Şandekî Hizba Demokrat bi serperstiya Mihemednezîf Qadirî, endamê Deftera Siyasî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê beşdarî li roja netewî ya Erebistana Seûdî de kir.

Roja Duşemî, 26’ê Îlona 2016’an, kunsolxaneya Erebistana Seûdî li Herêma Kurdistanê di hotel ‘’Dîwan’’a bajarê Hewlêrê de, merasîmek bi boneya roja nîştimanî ya wî welatî bi beşdariya Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê û hejmarek berbiçav ji kunsol û dîplomatên erebî, biyanî û kesatiyên siyasî û naskirî ên kurd û ereb lidar xist.

Li destpêkê de ‘’Ebdulmun’îm Ebdulrehman Mehmûd’’kunsolê giştî yê Erebista Seûdî bi vê boneyê ve gotarek pêşkeş kir û tevî bixêrhatin kirina beşdaran li ser pêwendiyên dostane ên welatê xwe bi gelên deverê û bi taybet xebata li dijî terorîzmê axivî.

Navhatî îşare bi pêşketinên Erebistanê li biyavên pîşesazî û berhemanînê ji sala 1923’an ve kir û ragihand ku em cehd û xebatên berdewam didin ku bi dost û hevalbendên xwe re pitir xizmeta mirovahiyê bikin.

Li beşek din de navhatî sipasiya serokê Herêma Kurdistanê bo beşdarîkirina li vê rêûresmê de kir.

Piştre felah Mistefa, berpirsê nivîsîngeha pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, peyama serokê Herêma Kurdistanê pêşkeş kir û tekez li ser şerê dijî Daiş û terorîzmê kir û daxwaz ji dostên ereb û hevalbendan kir ku ji bo rizgarkirina Mûsilê û piroseya avakirina sîstema desthilatdariya wî bajarî, alîkariya kurd û pêkhateyên din ên wê deverê bikin daku ezmûn û ceribînên derbasbûyî dubare nebin.

Li vê merasîmê de, Mihemednezîf Qadirî, endamê deftera siyasî yê Hizba Demokrat jî beşdar bû û li wê boneyê de, pîrozbahiya rêberiya Hizba Demokrat û silav û rêzên Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê Hizba Demokrat pêşkeşî kunsolê Erebistanê kir û bi çend kes ji nûnerên siyasî ên welatên erebî û biyanî re hevdîtin kir û wan jî amadegiya xwe ji bo têkiliyên siyasî û dostane bi Hizba Demokrat re nîşan dan.

هیأتی
Şandekî Hizba Demokrat beşdarî li roja netewî ya Erebistanê de kir

هیأتی
Şandekî Hizba Demokrat beşdarî li roja netewî ya Erebistanê de kir

هیأتی
Şandekî Hizba Demokrat beşdarî li roja netewî ya Erebistanê de kir

هیأتی
Şandekî Hizba Demokrat beşdarî li roja netewî ya Erebistanê de kir

هیأتی
Şandekî Hizba Demokrat beşdarî li roja netewî ya Erebistanê de kir