Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanada: Merasîmek ji bo şehîdên Mîkonosê birêve çû

16:38 - 27 Îlon 2016

Kurdistan media: Rêûresmek taybetî ji bo şehîdên Mîkonosê li welatê Kanada birêve çû.

Roja sêşemî, 27’ê Îlona 2016’an, bi boneya 24’mîn salvegera terora Mîkonosê ku têde rêberê gelê me Dr, Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi destê terorîstên rejîma dagîrker a Îranê hatin şehîdkirin, merasîmek li welatê Kanada’yê birêve çû.

Merasîm bi sirûda netewî ya ‘’Ey Reqîb’’ û parastina bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê pak ê şehîdên Kurdistanê û bi taybetî şehîdên Rabûnê dest pê kir.

Piştre, Rehman Muradî peyama Kumîteya Hizba Demokrat li Rojavaya Kanada pêşkeş kir.

Herweha Peyama wîdyoyî a Hesen Şerefî, cîgirê sekreterê giştî yê Hizba Demokrat bi boneya teora mîkonosê hat nîşandayîn.

Şerefî tevî nûkirina peymanê bi şehîdên Mîkonosê, qonaxa nû ya xebata gelê me li Rojhilata Kurdistanê de bi doma rêbaza şehîdan û ji bo misogerkirina mafên rewa ên gelê me zanî û da xuya kirin ku Hizba demokrat ev pêngava nû ya dîrokî ji ber hestkirina bi berpirsatî li hember gelê xwe de destpê kiriye û li vê derheqê de tenê piştqahîm e bi hêz, îrade û morala pêşmergên qareman, endam û alîgirên hizbê û civatên xelkê Kurdistanê.

Peyama Yekîtiya Ciwanên Demokrat bi vê boneyê ve ji aliyê Bêrîvan Bedrî ve hat pêşkeş kirin û herweha kurtiyek ji jiyana Dr. Şerefkendî ji aliyê Kozad Vîje ve hat pêşkeş kirin.

Li wê merasîmê de, ‘’Mehdî Cehangîr’’berpirsê rêxistina Helebçeya şehîd ya Partiya Demokrat a Kurdistanê jî peyama hevxemiya xwe pêşkeş kir.

Herweha ‘’Mihemed Toz’’ ji aliyê rêxistina ‘’Mala Kurd’’ ve, rêz ji yad û bîranîna şehîd Dr. Şerefkendî û hevalên wî girt.

Her bi vê boneyê ve, Kejal Hacî Mîrzayî çend parçe helbestên şoreşvanî û bihest pêşkeşî beşdarên merasîmê kir.

Rêûresma han bi nîşandana wîdyoyek ji jiyan û xebata rêberê şehîd ‘’Dr. Şerefkendî’’ û hevalên wî, rêbaza rizgarîxwazane ya Hizba Demokrat bi giştî û Rabûna nû bi destê pêşmergeyên qehreman ên Hizba Demokrat û rêvîngên riya Qazî, Qasimlo û Şerefkendî, bi dawî hat.