Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du endamên Hizba Demokrat li bûyera trafîkê de jiyana xwe jidest dan

21:14 - 27 Îlon 2016

Kurdistan Media: du endamên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Merîvanê di bûyerek hat û çûnê de xatir ji jiyanê xwastin.

Li gor nûçeyek gihîştî bi malpera Kurdistan Media, demjimêr 1’ê piştînîvroya îro sêşemî, 27’ê Îlona 2016’an, du ciwanên jêhatî yên xelkê gundê ‘’Nê’’ya Merîvanê ku endamên Hizba Demokrat bûn, di bûyerek trafîkê de jiyana xwe ji dest dan.

Di wê bûyerê de, ‘’Hîva Nîlpey’’ kurê Hesen û ‘’Basit Perwaze’’ kurê Arif xelkê gundê ‘’Nê’’ya ser bi bajarê Merîvanê jiyana xwe ji dest dan.

Ew du lawên jêhatî ji endamên herî dilsoz ên Hizba Demokrat bûn û bi sedema kar û çalakiyên berdewam ên xwe, çend caran ji aliyê îdareya Îtilaatê ve destbiser û hatibûn zîndanîkirin û rastî îşkence û azaran hatibûn.

Termê van du du lawên welatparêz li nav girseya xelkê deverê de bi xakê hatin sipartin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê ji malbat, kes û karê van û hemû xelkê Nê ya serbilind dike û xwe li xema wan de bi şirîk dizane.