Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kongireya Amerîkayê gelaleya tehrîma spaha terorîst ya Pasdaran dixe dengdanê

16:28 - 28 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Komîteya ne sereke ya karûbarên terorîzmê, ya rêgiriya ji çek û teqemenî û bazirganiya girêdayî bi Komîteya karûbarê derve ya Kongireya Amerîkayê, gelaleya “Yasaya Tehrîmên Spaha Pasdarên Îranê” dixe ber bas û dengdanê.

Ragehandinên Amerîkayê belav kirin ku, hekî gelaleya han ku xwediyê piştevaniya 12 nûnerên Komarîxwaz e bê pejirandin, wezareta Xezanedariya Amerîkayê tê erikdarkirin ku, di heyamê 30 rojan de di vê derheqê de raporekî bo kongireyê berhev bike.

Li gorî biryarê, rapor vê nîşan bide û biselimîne ka gelo Spaha terorîst ya Pasdarên rejîma Îslamî ya Îranê, weke rêkxistineke terorîstî tê hesibandin an ne.

Herweha rapor gerek bersiva vê pirsê bide ka gelo, kar rêveberiya nawend ya binyatekî ku ji aliyê endamên Spahê ve tê encamdan, di bin kontrola rejîma Komara Îslamî ya Îranê de n,e an ne.

Eva di demekî de ye ku taya Quds ya ser bi Spaha Pasdaran, ji dema avakirinê ve heya niha, bi awayê rasterast û ne rasterast di şerên Rojhilata Navîn de pişikdar e.

Hevdem hêzên Spaha Terorîst ya Pasdara û herweha Artêşa Îranê, bi awayê rasterast di şerê Sûriye û Îraqê de pişikdar in.

Eva xincî vê ye ku rejîma Îranê Şî’eyên Efxanistan û Pakistan û Îraq û Lubnanê piştevanî dike û li jêr navên curbicur dişîne, eniyên şer di Îraq û Sûriyê de.