Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Efxanî nikarin di beşa girafîkê de navnivîsiyê bikin

16:30 - 28 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Yek ji huneristanên Pakdeştê ragehandiye ku penaberên Efxanî nikarin di beşa girafîkê de navnûsiyê bikin.

Li gora raporeke nûçegihaniya Tesnîmê, hinek ji dersxwanan bona xwendinê, di beşa girafîkê de navê xwe nivîsandibûn, lê piştre bi wan ragehandin ku ew tenê dikarin di beşa terahiya dirûman û terahiya ferş de dersê bixwînin.

Azerkîş sekreterê giştî ê ofîsa perwerdehiya “kardaniş” ya ser bi Wezareta Perwerdehiyê bi Tesnîmê ragehand: “Biryara navnivîsiya hevwelatiyên Efxanistanî, hatiye dayîn, lê rêjeya navnivîsiyê û diyarîkirina beşên xwendinê,li ser biryara berpirsyarên pêwendîdar e”.

Nedana îznnameya (mucewiza) fermî ya akincîbûnê, û kêşeyên bêqas ên penaberên Efxanî nîşan dide, ku rewşa penaberan di Îranê de gellek xirab e, ku di vê derheqê de Saziya Çavdêr a Mafê Mirovan, bi weşandina raporekê rewşa penaberên Efxanî, cihê nîgeraniyê daye zanîn.

Seba vê ku hunera girafîkê di şoreşên mezin û di rewşa siyasî ya welatan de roleke mezin lîstiye, û ji berê ve heya niha hêza wêneyan ji hezaran peyv û mijaran zêdetir bûye, ew yek bûye sedema tirsa Îranê ji vê mijarê.

Heya ciyekî ku pêşîgirtina ji xwendina dersxwanên Efxanistanî di beşa girafîkê de, nîşana tirsa rejîmê ji vê ye, ku girafîstên Efxanî rûçikê hov û dijî mirovî ê rejîma Îranê bi zimanê wêneyan nîşan bidin.

Girîngiya girafîkê û zimanê wêneyan heya ciyekî ye ku Stalîn dibêje ku hekî sînema û wêne di destê min de bûya, minê hemû cîhan bi vê dagîr kiriba, ew hêza ku wêneyan heye gellekî bihêz e, heya ciyekî ku Hîtler ji vê hêzê bi awayê herî baş mifah wergirtiye.