Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûhanî: Dawiya salê geşeya aboriya me wê bigîje %5’ê

14:37 - 29 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Serkomarê Îranê Hesen Rûhanî di sefera xwe ya bo Qezwînê de bas ji bêtirbûna rewşa aboriya Îranê kir û ragehand ku; bûhaya petrolê di cîhanê de gehiştiye Yek li ser Sêyan, lê welatê me bi başî tê birêvebirin.

Di sefera xwe ya roja 28’ê Îlonê de bo Qezwînê de Hesen Rûhanî soz da ku wê di pêşerjeke herî nêzîk de geşeya aboriya welat bigehînin %5’ê.

Rûhanî di gotinên xwe de bas ji çalakiyên dewleta xwe kir û tekez kir ku; di serdana xwe ya Amerîkayê de min bi eşkere dît ku piraniya welatên berhemhênerên petrolê, seba dabezîna buhaya petrolê digel arîşeyan berbirû bûne, tenanet welatê Erebistanê jî mûçeya hemû karmendên xwe kêm kiriye.

Hesn Rûhanî herweha bas ji bêtirbûna berhemanîna Genim û rewşa pîşesaziya Îranê û di encam da bêtirbûna rewşa aboriya welat kir û got; Her weke ku min di peyama Newroziya xwe de ragehand ku, liser rênîşandan û piştevaniya rêberê Komara Îslamî, ez sozê didim we ku geşeya aboriya welat di dawiya salê de, bigehînim 5%’ê.

Ev gortinê serkomarê rejîma Îranê di demekî de ne ku di dema bangeşeyên hilbijartina serkomariyê de îdî’a dikir ku, di heyamê tenê 100 rojan de wê tewahiya arîşe û kêmasiyên di aboriya seranserî Îranê de bi dawî bîne.

Lê em dibînin ku netenê aboriya welat ber bi başbûnê ve neçûye, belkî roj bi roj rewşa xelkê zêdetr dibe û hejarî û destengê zêdetir xelkî Îranê dixe bin bandora xwe.