Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du keçên Kurd ên Êzidî bûne berbijarên xelata Saxarov

16:38 - 29 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Yekîtiya Ewropayê 2 keçên kurdên Êzidî Nadiya Mûrad û Lemya Beşar ji bo wergirtina xelata Saxarov kandîd kirin.

Nadiya Mûrad ji aliyê Partiya Sosyal Demokrat û Partiya Lîberal ve hatiye destnîşankirin.

Cihgira Seroka Lêjneya Mafên Mirovan li parlementoya Ewropayê “Byatrîs Bîsêra” derbarê vê mijarê de got:

“Nadiya baştirîn berbijar e ji bo vê xelatê. Ne ji ber berevanîkirina ji mafên mirovan û aştiya wîjdanê, ji ber ku ew jineke ku di temenê guhertinê de ye. Birastî ez gellek kêfxweş im ku feraksiyona me, Nadiya Mûrad weke berbijar destnîşan kiriye.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi rêya nûneratiya xwe ya li Yekîtiya Ewropayê, hemû pêwendiyên xwe xistine ger, da ku her du keçên kurd dengên zêdetir werbigrin.

Roja 27’ê Cotmehê, dê encamên Xelata Saxarovê bêne eşkerekirin. Tenê komîsyonên Pêwendiyên Derve, Çand û Geşedanê ya Yekîtiya Ewropayê dikarin dengên xwe bi kar bînin.

Di sala 1995’ê de siyasetmedara kurd Leyla Zana ev xelat wergirtibû.

Nadiye Murad, Keça Kurd a Êzidî ya 23 salî ye, ku di êrîşên DAÎŞ’ê bo ser Şingalê û derdora Mûsilê de weke dîl ketibû destê çekdarên wê rêxistinê de, lê piştre bi hewlên xwe ji destê wan çekdaran rizgar bû.

Bo yekemîn car Nadiye Murad, roja 16’ê Îlona 2015’an di civîneke taybat a Konseya Ewlekariya NY de gotarek pêşkêş kir, û çîroka xwe weke keçeke Kurd a Êzidî ku ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûye, ji nûnerên welatên amadebûyî re bas kir.