Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hişdariya Amerîkayê bi Rûsiyê, derheq bombebaran kirina bajarê Helebê

16:40 - 29 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Arteşa Sûriyê û hevalbendên wê, 2 nexweşxaneyên serekî ên bajarê Helebê bi tewahî kavil kirin,û hêzên alîkar jî bas ji xirabiya rewşa vî bajarî kirine.

Li gor raprên belavbûyî, Can kêrî Wezîrê Derve ê Amerîkayê, roja Çarşemî rêkewt 28’ê Septamberê hişdarî da welatê Rûsiyê, bi sedema destêwerdana nîzamî ya wan di şerê Sûriyê de, û ew yek jî dibe sedema sarbûna peywendiyên her du welatan.

Li gora nûçeyên belavbûyî li ragehandinên Almanî de, Can Kêrî li axivtinekê de, bi Sêrgêyî Lawrof re, daxwaza bilez ragirtina êrîşên esmanî ên walatê Rûsiyê yên li ser Bakura Helebê de kir.

Di vê êrişê de,zideyî 300 kesan hatin kuştin, û 2 nexweşxane jî bi tewahî kavil bûne.

Ban Kî Mûn serokê Saziya NY, derheq bi vê mijarê ragehand, rewşa bajarê Helebê ji serbirxaneyan (qesebaxaneyan) xiraptir e, û ew kes û aliyên ku çekên komkuj li vî şerî de bi kar anîne, dibe berpirsyaretiya wan cinayetane qebûl bikin.

Midehekê berî niha,hinek welatên Rojavaî, weku Birîtaniya, û Firansayê, rêjîma Rûsiyê bi piştîvanîkirina welatê Sûriyê tawanbar kirin.