Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê di Mehabdê de koça dawî kir

20:47 - 13 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Bavê şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê,di bajarê Mehabadê de malavayî ji jiyanê kir.

Li gor nûçeye gihîştiye malpera Kurdistanmedia yê, “Mam Mihemedsalih Bîramî”naskirî bi “Mela Salih”xelkê bajarê Mehabadê,roja Înê 21’ê Rezbera 1395’an di temenê 86 saliyê de koça dawî kir.

Mam Mihemedsalih kesyetiyekî xweşnav û welatparêz bû.Termê Mam Salih Bîramî di nav girseya xelkê navçeyê de bi axê hate spartin.

Mam Mihemedsalih bavê şehîd “Velî Bîramî”ye, ku di 10’ê Sermaweza sala 1362’an de di şerkî li dijî rejîma dagîrker a Kurdistanê bi awayekî qehremanane şehîd dibe.

Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê,serxweşiyê li binemale û xizm û kesû karên navbirê dike, û xwe şirîkê xemên wan dizane.