Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîsan navşikêneke Amerîkayî bû armanca êrîşan

16:16 - 16 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Cardin navşikêneke Amerîkayî di nava Behra Sor de, bû armanca êrîşan, lê di vê êrîşê de tê gotin ku navşikêna Amerîkayî derbe nedît, û lêkolîn di vê derheqê de berdewam in.

Berdevkê hêza deryayî ya Amerîkayê bi BBC’ê ragehand ku navşikêna “USS Mîson” bo cara sêyemîn e ku di nav Behra Sor de, û li nêzîkî peravên Yemenê dibin armanca êrîşan.

Amerîka li ser vê baweriyê ye, ku eva karê Husiyên Yemenê ye. Pintagonê jî ragehand ku lêkolîn di vê derheqê de berdewam dikin.
Tawanbarkirina Husiyan ji aliyê Amerîkayiyan ve, di demekê de ye, ku bi navbeynkariya hikûmeta Emanê, Husiyan du girtiyên Amerîkayî serbest berdan.

Herçend heya niha jî, nasnameya wan du girtiyên Amerîkayî nehatiye eşkerekirin, lê televîzyona Emanê, dîmenên peyabûna wan ji balefirê belav kiriye.

Amerîkayê ragehand, ku berdana van du girtiyên Amerîkayî ji aliyê Husiyan ve, karekî mirovdostane bûye, û di heman demê de jî, rêz ji hewldanên hikûmeta Emanê girt.

Hêjayî basê ye ku berî niha jî, du caran navşikênên Amerîkayê, di nav “Behra Sor” de, bibûn armanca êrîşan.

Di bersiva van êrîşan de, balafirên şerî ên Amerîkayê, radarên “Ensar Ellah”ê di nav xaka Yemenê de, kiribûn armanc.

Pintagonê di vê derheqê de, ragehand ku, di vê êrîşê de, sê radarên wan hatin têkşikandin.