Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka berdewam e li ser gemaroyên li ser Komara Îslamî

20:23 - 16 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Berevajiyê bangewazên dewleta yazdehem ya Komara Îslamî derheq bidawîhatina gemaroyan, Wezîrê Enirjiyê yê vî welatî ragehand, ku em pêdagir in li ser berdewamiya tehrîman.

Li gora nûçeya nûçegihaniyan, “Êrnist Monîz” Wezîrê Enirjiyê ê Amerîkayê ragehandiye ku gotûbêj û lihevkirina navikî digel Îranê tenê eva bû, ku gef û metirsiyên programa navikî ya Komara Îslamî bêne kêmkirin.

Navbirî ragehandiye ku lihevkirina navikî nekariye hemû kêşeyên di navbera me û rejîma Tehranê çareser bike. Monîz cardin bas ji nîgeraniyên Waşingtonê, derheq piştevaniya Komara Îslamî ji girûpên tundrê ên Îslamî û aliyên terorîstî û herwisa berdewamiya binpêkirina mafên mirovan li Îranê de kir, û ragehand ku egera tehrîma zêdetir li dijî Komara Îslamiya Îranê heye.

Heyamekê berî niha jî alîkarê rawêjkarê karûbarên ewlehiya neteweyî ya koşka spî bi nîgeranî ve, bas ji hewlên rejîma Tehranê derheq pirrçekkirina Komara Îslamî ji aliyê Rûsiyê ve kiribû.

Belavbûna vê nûçeyê di demekê de ye, ku Rûhanî û banda wê, bangewaza vê yekê dikirin ku hevdem digel wajokirina “bercam”ê tehrîm jî bi dawî bên, û kêşe û astengî di Îranê de nemînin.