Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Şirketa Millî a Neftkêş a Îranê”: YE tu gemaroyeke din bi ser me de nesepandiye

16:15 - 17 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: “Şirketa Millî a Neftkêş a Îranê” Ragehand, du roj berî niha di ragehandinên Îranê de, gellek nûçe li jêr navê “tehrîmên qurs û giran ên YE li ser Şirketa Millî a Neftkêş a Îranê” belav bûn, ku ew nûçeya ne rast e.

“Şirketa Millî a Neftkêş a Îranê” di meha Çiriya Pêşîn a 2012’an de wekî gellek ji kesayetiyên heqîqî û hiqûqî ên Îranî, kete nava rîzbenda tehrîmên YE de. Herçend ku di meha Îlona sala 2014’an Îranê karî YE neçar bi rakirina tehrîman bike, lê di meha Şibata sala 2015’an de cardin YE bi hinek sedeman tehrîmên tund bi ser “Şirketa Millî a Neftkêş a Îranê” de sepandin.

Ji aliyekî din ve, di demekê de bas ji sepandina tehrîmên tund bi ser “Şirketa Millî a Neftkêş a Îranê” de tê kirin, ku dadgehên YE tu daxuyaniyeke fermî di vê derbarê de belav nekirine.

“Nûçegihaniya Fars” ragehandibû ku “Şirketa Millî a Neftkêş a Îranê” ji aliyê dadgeheke YE ve, ketiye ber tehrîman.

Herwisa tê de hatiye ku ew hukm ku di 27 rûpelan de bi “Şirketa Millî a Neftkêş a Îranê” hatiye ragehandin, nabe heya 30 salên bê jî, bê hilweşandin.

Herwisa bas ji vê jî heye ku bîmeyên Ewropayî jî, nikarin “Şirketa Millî a Neftkêş a Îranê” bîme bikin.