Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Rûsiye ber bi şerekî giran ve diçin

16:20 - 17 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Piştî bidawîhatina şerê sar ê di navbera Amerîka û Rûsiyê de, pêwendiyên herdu welatan, cardin vedigere bo wê serdemê.

Bi sedema kelekebûna kêşe û nakokiyan li ser hev di navbera Amerîka û Rûsiyê de, ku ya herî dawî nakokiya li ser kirîza Sûriyê ye, bas ji egera şerekî giran di navbera herdu aliyan de tê kirin.

Bitaybetî piştî vê ku Rûsiyê gef li Amerîkayê xwarine, ku hekî ew êrîşî ser binkeyên hêzên Beşar Esed bikin, ewê balafirên Amerîkayê bixin xwar.

Îdi’aya destêwerdana Rûsiyê di nava hilbijartinên serkomariya Amerîkayê de jî, ku ji aliyê Amerîkayê ve, bas jê hatiye kirin, yek ji nakokiyên din e. Pirsek ku bû sedema vê ku hinek ji berpirsyarên Amerîkayî li dijî Rûsiyê helwestên tund bigrin.

Hinek li ser vê baweriyê ne, ku ew nakokiyên herdu aliyan, bibe sedema rûdana şerekî giran.

Renge yek ji nîşanên rûdana şer, bicihkirina mûşekên hilgirê kulaheka navikî di parêzgeha Kalînîngirad li ser sînorê hewzeya Baltîk be.

Lê rojnameya Amerîkayî ya “Waşington Post” nivîsandiye ku, ew kiryar nîşana pêşveçûna her du welatan ber bi aliyê şer ve nîne.