Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

-Îran bi pirçekdarkirina milîşan yasayên navnetewî binpê dike

16:27 - 17 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Cîgirê karûbarên siyasî yên sekreterê giştî yê NY ragehand ku, rejîma Îranê bi dabînkirina çek û teqemeniyan bo milîşên Şî’e li herêmê, yasayên navnetewî binpê dike.

Cêfrî Fêltmen di vê derheqê de ragehan ku, rejîma Îslamî ya Îranê milîşên Şî’e li welatên Lubnan û Îraq û Sûriye û Ymenê pir çek dike.

Her di vê derheqêl de artêşa Amerîkayê jî di raporekî ragehand ku, Mûşekên ku ji aliyê çekdarên Hûsiyan ve bo paporên Amerîkayê di Behra Sor de dihatin avêtin, mûşekên “C202” ên bi navê “Kirma Ebrîşem” in, ku rejîma Îranê ji Çînê kirîne û şandina wan binpêkirina biryarên Şêvra Ewlekariyê ya ser bi NY ye.

Malpera El-Erebiye jî di vê derheqê de raporek belav kir ku têde dibêje, rejîma Îranê milîşên ser bi Hûsiyan û Heşda Şe’ibî û Hizbullaha Lubnanê û artêşa Sûriyê bi mûşekên Êskad û Bombe û mûşek avêjan çekdar dike û eva ji binpêkirina bi eşkere ya yasayên navnetewî ye.