Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çiqa Amedê ya PSK’ê bi navê Dr. Qasimlo hate vekirin

20:28 - 17 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Piştî vekirina çiqa Dêrsîm û Mêrdînê ya PSK’ê, vê partiyê wekî rêzgirtinekê ji xebata rêber û zanayê gelê Kurd Dr. Qasimlo, liqa xwe ya Amedê bi navê “Dr. Qasimlo” ve vekir.

Rêûresma vekirina çiqa Amedê ya PDK’ê, piştînîvroya roja Yekşemiyê 16’ê Çiriya Pêşîn, di avahiya sereke ya vê partiyê de, bi beşdariya serokê giştî ê vê partiyê, nûnerên beşek ji partiyên siyasî, û rêkxirawên medenî û hejmarek berçav ji rewşenbîran û akademîsyenan û siaysetvanan bi rê ve çû.

Di rêûresmê de, “Vedat Dede” serokê liqa Amedê ya vê partiyê, vekirina çiqa xwe ya Amedê pêşkêşî rêber û zanayê gelê Kurd Dr. Qasimlo kir.

Herwisa Mes’ûd Tek, serokê giştî ê vê partiyê, ku di rêûresmê de beşdar bûn, di axavtinekê de tevî vê ku basek li ser rewşa Tirkiye, Bakur, Başûr û Rojavaya Kurdistanê kir, bi berfirehî jî ronahî xiste ser rewşa Kurdistana Rojhilat, û bizav û serhildana li Kurdistana Rojhilat de, bi rêberiya PDKÎ. Herwisa piştevaniya xwe ji xûşk û birayên xwe û tevgera azadîxwaziya Rojhilata Kurdistanê ragehand.

Navbirî herwisa di doma basa xwe de, daxwaz ji partî û aliyên siyasî ên her yek ji parçeyên Kurdistanê kir, ku di vê qonaxa hestiyar de, pêkve bi riheke birayane û aştiyane, hewl bo parastina yekrêzî û yekîtiya navmala Kurd bidin, û bi nehêlana nakokiyan, wekî pêwîstiyeke niha, hewlê bidin bo pêkanîna Kongireya Neteweyî.

لقی
Çiqa Amedê ya PSK’ê bi navê Dr. Qasimlo hate vekirin

لقی
Çiqa Amedê ya PSK’ê bi navê Dr. Qasimlo hate vekirin